Bi sedan kesên li Marsîlyayê hatin ba hev ji bo bidawîkirina tecrîdê bi mîtîngekê piştevaniya berxwedêrên di grevê de ne kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi berxwedêrên di greva birçîbûn de ne mîtîngek lidar xistin.

Bi sedan kesên li Qada Canebîereyê hatin ba hev dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ qîr kirin. Li qadê wêneyê mezin ê Ocalan hate bilindkirin û alên PKK’ê û KCK’ê hatin bilindkirin. Di mîtîngê de bi zimanê Kurdî û Fransî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku meha Adarê ji bo Kurda meha berxwedanê ye.