i pîrozbahiyên cejna Newrozê re tenê çend rojek man. Rêxistinên Jinan jî amadekariyên xwe ji bo pîrozbahiyên vê cejnê kirine. Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku ewê bi rengê berxwedanê berbi pîrozbahiyên Newrozê ve biçin.
Ji pîrozbahiyên cejna Newrozê re tenê çend rojek man. Rêxistinên Jinan jî amadekariyên xwe ji bo pîrozbahiyên vê cejnê kirine. Têkildarî amadekariyên rêxistinên jinan, Rêvebira Komîta Dîplomasî ya Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Ciwana Sine û Nûnera Kongira Star li Başûrê Kurdistan Cîhan Xelîl ji Rojnews’ê re axivîn.
Rêvebira Komîta Dîplomasî ya Koordînasyona Komeleya Jinên Azad a Rojhilat Ciwana Sine, diyar kir ku ew bi heyacanek mezin li benda cejna Newrozê ne û wiha got: “Çawan ku 8’ê Adarê bi berxwedana Heval Leyla hate pîrozkirin, em cardin bi rengê berxwedanê berbi pîrozbahiyên Newrozê ve diçîn.”
Ciwan Sine, di dewama axaftina xwe de qala êrîşên dagirkeran ên li ser Kurdistan û gelê Kurd kir û diyar kir ku dijmin di Newrozê de ji Kurdan di tirsin û wiha domand: “Bi dirêjahiya dîrokê de hertim dijminan di Newrozê de êrîşê me kirine, wekî çawan ku di sala borî de êrîş kirin ser Efrînê, îsal bi şêwazek cûda yê êrîşê, tecrîdek girankirî danîne ser Rêber Apo.”
Sine di dirêjiya axaftina xwe de balkişand ser berxwedana gelê Kurd û wiha axivî: “Wekî her demê li dijî pêla êrîşên dijminan pêlekî berxwedaniya gel jî heye. Ev berxwedanî jî bi grevên birçîbûnê ku Leyla Guven pêşengtiya wê diki ye. Ev yek jî wateya wê çendê dide ku çiqas êrîş li ser gelê Kurd hebin wê ewqas jî berxwedanî hebe û li himberî dijmin çok nadaynin. Çawan ku me 8’ê Adarê bi berxwedaniya heval Leyla pîroz kir, em cardin bi reng û berxwedanê berbi pîrozbahiyên Newrozê ve diçin.”
Sine, herî dawî jî bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Çawan hertim li himberî zilm û zordariya rejima Îranê li berxwedane, bi heman awayî bi îradeya Leyla Guven Newrozê jî pîroz bikin.”
Li ser heman mijarê Nûnera Kongira Star li Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl jî axivî. Cîhan Xelîl got: “Ji bo Newroza îsal bibe Newroza Rêber Apo, divê li hemû cihî bi coşek mezin pêşwazî li Newrozê were kirin û vê cejnê pîroz bikin.”
Cîhan Xelîl, di dewama axaftina xwe de balkişand ser mezinbûna çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakvanan û wiha domand: “Divê hemû gel, bi taybet gelê Rojava bi îradeyek mezin xwedî li Rêber Apo derkeve û hêza dijmin bişkîne.”
Herî dawî jî Cîhan Xelîl bang li gelê Kurd kir ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatîn destpêkirin derkevin.
(şk)