Bi sedan kesî ji bo dawî li şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê bê anîn ku Tirkiye li pişta Azerbaycanê ye, danezana aştiyê weşandin.

Nivîskar, helbestvar, karker û akademîsyen jî di nav de gelek kesan, bi ser navê “Ji şer, nefret û neyartiyê re na” banga rawestandina şerê li Qerebaxê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de kirin.

Di danezanê de hat destnîşankirin ku bi rêya şer çareseriya mayînde pêk nayê û hat xwestin ku di çarseriya pirsgirêkan de rêya diyalog û muzakereyê bê tercîhkirin.