Bi teknîka taybet 6 caran li artêşa Tirk hate xistin: Dijmin windahiyên giran da

Bi teknîka taybet 6 caran li artêşa Tirk hate xistin: Dijmin windahiyên giran da

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî dewam kir:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

5’ê Hezîranê saet di 18:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

5’ê Hezîranê saet di 20:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

4 û 5’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 13 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

4’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

4 û 5’ê Hezîranê li Herêma Garê qada Girê Sîserê 2 caran, li Herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Dergelê, Serê Metîna û Şêlazê 7 caran, li Herêma Qendîlê qadên Şehîd Harûn, Şehîd Cîhan, Girê Zergelê 13 caran, li Herêma Xakurkê qadên Sinînê, Şehîd Şerîf 2 caran; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

NAVNÎŞANÊN ME