Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ji qenala televîzyonê ya NBC re axivî û ji ber dagirkeriyeke gengaz a Rûs a li dijî Ûkraynayê bang li welatiyên xwe kir ku tavilê ji vî welatî derkevin.
Joe Biden got, “Divê welatiyên Emerîkî biçin, divê tavilê biçin. Em bi yek ji artêşên herî mezin ên cîhanê re rû bi rû ne.”
Biden got, “Ev rewşeke gelekî cuda bû û dibe ku kar bi lez ji kontrolê derkeve.”
Biden diyar kir ku eger dagirkeriyeke Rûs pêk were, ji bo veguhastina welatinên Emerîkî jî wê leşkeran neşînin xaka Ûkraynayê û got, “Ev yek wê bibe şerê cîhanê. Dema ku Emerîkiyan û Rûsan gule berdan hev, hingî em ê li cîhaneke gelekî cuda bin.”
Serokê DYE’yê got, “Hêvîdarim, eger bi qasî ku biçe wê derê (Pûtîn) bêperwa jî be, bi qasî ku tiştekî neyînî li welatiyên Emerîkî neke bi aqil be.”
Kanadayê jî ji bo welatiyên xwe pêşniyareke bi heman rengî kir. Li malpera Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ev peyam hate dayin, “Eger hûn li Ûkraynayê bin, divê ji wir biçin.” Di daxuyaniyê de hate gotin, “Liv û tevgera leşkerî ya Rûs a li Ûkraynayê wê dibe ku ger û geş û xizmeta li vî welatî asteng bike. Seferên balafiran dibe ku betal bibin.”
Dewletên Rojavayî ji sal a2014’an û vir ve Rûsyayê sûcdar dikin ku piştî Qirim bi xwe ve girê da, li dijî Ûkraynayê amadekariya operasyoneke nû ya leşkerî dike. Rûsya sûcdariyan red dike û îdîa dike ku tenê dixwaze li dijî Kîev û NATO’yê ewlehiya xwe misoger bike.
DYE’yê di serî de Derya Spî, çar destroyer şand herêma Flo ya Şeşemîn ji bo tevlî tatbîqata leşkerî bibin. Hate ragihandin ku wê bi NATO’yê re li herêmê hin tatbîqatên deryayî bên kirin.
Rûsyayê jî derdora 100 hezar leşker li ser sînorê Ûkraynayê bi cih kiriye. Hêzên rojavayî her wiha îdîa dikin ku derdora 30 hezar leşkerên Rûs li Belarûsê bi heman armancê hatine bicihkirin.