Serokê DYE’yê Joe Biden ragihand ku ‘rewşa lezgîn a neteweyî’ ya têkildarî Sûriyeyê ji bo saleke din hatiye dirêjkirin.
Biden ev biryara xwe ji Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosi re şand.
Di nameya têkildarî hinceta biryarê de bi taybetî işaret bi helwesta Tirkiyeyê hate kirin.
Di nameyê de ya ku li malpera înternetê ya Qesra Spî hate weşandin, hate ragihandin ku biryara rewşa lezgîn ji 14’ê Cotmeha 2021’ê û pê ve wê dewam bike.
Di nameyê de hate gotin, “Rewşa li Sûriyeyê û ya têkildarî Sûriyeyê, bi taybetî jî çalakiyên hikumeta Tirkiyeyê yên êrişa leşkerî li ser bakur-rojhilatê Sûriyeyê, zerarê dide hewldanên ji bo têkbirina DAÎŞ’ê, metirsiyê li ser sivîlan çêdike û ji vê jî wêdetir gefê li aramî, ewlehî û aştiya li herêmê dixwe, gefeke awarte û kêmdîtî li polîtîkayên derve û ewlehiya neteweyî ya DYE’yê dixwe.”