Bi xemla biharê re ji aliyekî ve ewr baranê li me dibarîne, li aliyê din jî ro li me dike.
Di vê demsalê de gerîla bi barana biharê dest bi rojê dike. Bi makîneya xwe ya wêneyan di rê û rêça gerîla de dimeşim. Di vê rêwîtiyê de gerîlayek li gel min e, ku navê xwe ji bedewiya vê mehê girtiye; Bihar.
Li rêzeçiyayên bilind ên Behdînanê berf mîna wêneyekî wênesazekî, bi xeml û bedewiyeke bêhempa li pêşberî me ye…

