Ayşe Bahadir ku kurê wê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bang li Wezareta Edaletê kir ku nehêle darbest ji girtîgehan derkeve û got, ew aştî û edaletê dixwazin.

Zafer Bahadir ku li Girtîgeha Girtî ya Ceyhanê ye, ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Zafer Bahadir li Edeneyê ji dayik bû û li wir mezin bû. Berî 4 salan hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dayika wî Ayşe Bahadir got, “Em ji Colemêrgê ne. Berî 35 salan ji ber zext û zordariyê em hatin vê derê. Kurê min li vir mezin bû. Lê belê zext û zordariyê li vir jî dewam kir. Ji ber ku dema em hatin vê derê me dest ji çanda xwe bernedan, me dest ji têkoşînê bernedan.”

Dayik Bahadir li ser rewşa kurê xwe Zafer Bahadir agahî da û got, “Dema ku em pê re diaxivin, ji me re dibêje ku rewşa wî baş e. Lê belê rewşa hevalên wî nebaş e, ew vê dibînin. Av, xwê, şekir nadin wan. Vîtamînên wan jî nadin wan. Niha di greva birçîbûnê de ne. Wan ev biryar dan. Em nikarin pêşî li wan bigirin. Ez vê rastiyê dibînim, gelo dewlet nabîne? Her roj cenaze ji girtîgehan tên derxistin. Êdî kes nikare ciwanan bisekinîne, hişyariyên ‘çalakiyên fedayî nekin’ jî wan nasekinîne. Daxwazeke bi tenê ya wan heye. Ew jî; bidawîbûna tecrîdê ye. Êdî bes e, beriya ku dor were hinekî din divê tecrîd bi dawî bibe. Bang li gelê Kurd dikim; êdî rabin ser piyan. Hûn ê heta kengî bi vî rengî bêdeng bimînin.”