Parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas ûca, têkildarî tecrîdê, greva birçîbûnê ya li girtîgehan û biryara DMME’yê ya li ser Demîrtaş, bi nûnerên saziyên Ewropayê re hevdîtin kirin.
Parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca ji 26’ê Çileyê ve li Strasboûrgê bi rayedarên saziyên Ewropayê re hevdîtinan dikin. Di nava sê rojan de tevî Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê û Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, bi Sekreterê Giştî yê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Bjorn Berge û ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Serokê Koma Lîberal Jacqûes Maîre, Serokê Koma Sosyalîst Frank Schwabe û Serokê Koma Çep Tîny Kox re hevdîtin kirin. Her wiha bi rêya telefonê bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re axivîn.
Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy têkildarî hevdîtinan axivî û got, “Di hevdîtinan hemûyan de 2 rojevên me yên sereke hebûn. Ya yekemîn; greva birçîbûnê ya li Tirkiyeyê, tecrîza li ser Ocalan. Ya duyemîn jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser hevserokê me yê beriya niha Selahattîn Demîrtaş û israra Tirkiyeyê ya rabûna li ber vê biryarê bû.”
Ozsoy bi bîr xist ku di greva birçîbûnê ya salên 2018-2019’an de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û ji saziyên Ewropayê xwestin ku di vê mijarê de bi berpirsyariyê rabin.
Ozsoy got, “Ya ku li dijî Birêz Ocalan û hikumxwarên li wir tê ferzkirin, tecrîdeke ji rêzê, binpêkirina mafên mirovan a ji rêzê nîne. Ji rewşeke însanî û hiqûqî jî wêdetir, tecrîda li Îmraliyê tecrîda li ser çareseriyeke bi axaftinê ya meseleya Kurd e. Rewşeke welê ye ku atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bi jehrê dixe, tengav dike, mîlîtarîze dike. Em rewşê bi vî rengî fêhm dikin û vedibêjin.” Ozsoy bi dewamî bi bîr xist, “Têkildarî tecrîda li Îmraliyê hem CPT hem jî Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê du caran biryar dan -yek ji wan Çileya 2019’an, ya din jî Cotmeha 2020’î bû- Biryar da ku divê Tirkiye biryarên CPT bi cih bîne û ev yek ji Tirkiyeyê re ragihand.”
‘BIRYARA HEVPAR A SAZIYÊN KONSEYA EWROPAYÊ’
Hişyar Ozsoy anî ziman ku parlament piştgiriyê dide raporên CPT û got, “Ji ber vê yekê me li ser Sekreteriya Giştî ev mijar nirxand. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne di nav de, niha saziyên Konseya Ewropayê hemû di vê mijarê de xwedî helwesteke hevpar e. Em niha hewl didin siyaseta vê bikin. Niha Konseya Ewropayê, ne tenê komîteyeke teknîkî ya mîna CPT, bi asta parlamentê jî dibêje ku ev biryar divê bi cih bê anîn. Di danûstandinên bi Tirkiyeyê re ev biryar ji wan re tê ragihandin. Lê belê ji Nîsana 2017’an û vir ve ku Tirkiye di pêvajoya şopandinê de ye, başbûn li aliyekî, rewş bêhtir nebaş bûye. Serokê Parlamentê û Serokên Koman ên Sekreteriya Giştî jî vê tespît dikin.”
‘BIRYARA DEMÎRTAŞ HATE ROJEVÊ’
Ozsoy anî ziman ku di Civata Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de di rûniştina têkildarî bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan de li ser Demîrtaş hate rojevê.
‘DIVÊ KONSEY XWEDÎ HÊZA PÊKANÎNÊ BE’
Hişyar Ozsoy bang li Konseya Ewropayê kir ku hîn bi rengekî cidî nêzîk bibe û got, “Min berê jî gotibû, dema ku mirov Konseya Ewropayê û klûbeke golfê bînin ber hev, ya golfê hîn cidî xuya dike. Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê ji bo hevdîtinê bi me re bike randevû wergirtibû. Di vê hevdîtinê de min gotibû, ‘welatek endamê vê derê eger ti pîvanan bi cih nîne, hingî ev bêcidiyetî ye’. Divê konsey xwedî hêza pêkanînê be. Beriya niha mafê derxistina welatekî ji nava konseyê di destê Komîteya Wezîran de bû. Lê niha ev maf ketiye destê parlamentê.”
‘DIVÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN BIXE ROJEVA XWE’
Ozsoy bi bîr xist ku dewleta Tirk israr dike ku biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş bi cih nîne û got, “Ev biryar misoger e û divê bi cih bê anîn.” Ozsoy diyar kir ku wan ji Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê û Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê xwestine ku vê mijarê meha Adarê bixin rojeva Komîteya Wezîran û got, “Li gorî çavdêriyên me, di meha Adarê de wê biryarên têkildarî Demîrtaş û Osman Kavala li Komîteya Wezîran bên nirxandin.”
Ozsoy destnîşan kir ku ev biryar eger bi cih neyê anîn, dibe ku pêvajo bigihêje heta derxistina Tirkiyeyê ji nava Konseyê û ragihand ku parlament dikare dest bi pêvajoyeke bi vî rengî bike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA