Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsê, li gelemperiya cîhanê li gorî saeta Ewropayê saet 15:00’an û şûnde nêzî 2 milyon û 650 kes bi şewba koronayê ketiye. Ji vana 184 hezar û 640 kes jî mirine.
Li gorî daneyên AFP’ê jî şewba Covîd-19 belavî 193 welat û herêman bûye. Ji ber ku test bi sînordar tê kirin, tê texmînkirin ku hejmara kesên bi şewbê ketine dibe hê zêdetir bin.
HERÊMÊN HERÎ ZÊDE BANDORBÛNE: EWROPA Û DYE’ YE
Naveda herî zêde ji şewba Koronayê bandor bûye Ewropa ye. Li gorî daneyên fermî ji saet 07:00’ê heta niha li Ewropayê 1 milyon 276 hezar û 161 kes bi şewbê ketine, ji van jî 113 hezar û 855 kes jî mirine. Di rêza duyemîn de DYE û Kanada ye, ew jî 882 hezar û 814 kes bi şewbê ketine, 48 hezar û 859 kes mirine. Li Asya 183 hezar û 737 kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 495 kes mirine. Li Emerîkaya Latîn û Karayîpan jî 122 hezar û 630 kes pê ketine, 6 hezar û 166 kes jî mirine. Li Rojhilata Navîn jî 138 hezar û 672 kes pêketine, 5 hezar û 992 kes mirine. Li Efrîqa jî 25 hezar û 796 kes pêketine, 1 hezar û 243 kes mirine. Li Okyanûsyayê jî 7 hezar û 943 kes pêketine, 97 kes mirine.
WELATÊN HERÎ ZÊDE BANDOR BÛNE
Li DYE’yêç 843 hezar û 624 kes bi şewbê ketine, 46 hezar û 785 kes jî mirine.
Li Îtalyayê jî 187 hezar û 327 kes pêketine, 28 hezar û 85 kes mirine.
Li Spanyayê jî 213 hezar û 24 kes bi şewbê ketine, 22 hezar û 157 kes mirine.
Li Fransayê 155 hezar û 860 kes pêketine, 21 hezar û 340 kes mirine.
Li Qiraltiya Yekbûyî jî 133 hezar û 495 kes bi şewbê ketine, 18 hezar û 100 kes mirine.
TIRKIYE DI RÊZA 7’AN DE YE
Li gorî daneyên zanîngeha Johns Hopkînsê Tirkiye di hejmara kesên bi nexweşiyê ketiye di rêza 7’an de ye. Li gorî daneyên duh li Tirkiyeyê 2 hezar û 376 kes mirine. û 98 hezar û 674 kes jî bi şewbê ketine.
Li gorî daneyên fermî yên Çînê 83 hezar û 978 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 632 jî mirine. Lê li gorî rojnameya Gûardîanê li gorî lêkolîna zanistî ya nû ku li Hong Kongê ku li ser vîrûsa Koronayê hatiye kirin, bîlanço hê girantire dide nîşandan.Her wiha The Lancet a kovarekî akademiye jî di lêkolîneke ku parve kir de diyar kir ku hejmara rast çar qatê ku daneyên Çînê parvekiriye.
Li Îranê li gorî daneyên fermî 87 hezar û 26 kes bi şewba Koronayê ketine, 5 hezar û 481 kes jî miriye. Lê li gorî çavkaniyên muxalîfan li 295 bajaran bi kêmanî 33 hezar û 800 kes mirine.
WHO:EM XWE NEXAPÎNIN, TÊKOŞÎNA BI VÎRÛSÊ RE WÊ HÊ DIRÊJ BIKE
Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) hişyarî da. Midûrê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs ev got: “Em xwe nexapînin; Hê jî rêyek dûr û dirêj li pêşiya me heye ku derbas bikin. Wê demek dirêj ev vîrûs li gel me bimîne.”