Li gorî Saziya Rewşa Lezgîn a Eyaleta Lagosê, ji binê kavilê avahiyê cenazeyên 33 mêr û 3 jinan hatine derxistin.
Avahiya ji 21 qatî ku hîn dihate çêkirin, li taxa Ikoyî bû. Li ser sedema hilweşînê hînê agahî nehatine bidestxistin. Di dema hilweşînê de bi dehan karker li şantiyeyê bûn.
Têkildarî mijarê lêpirsîn hate destpêkirin.