Ji ber pandemiya Covîd-19’ê heta niha li cîhanê 212 hezar û 500 mirov mirine. Ji 3 milyon û 83 hezarî zêdetir kes bi vîrûsê ketine. Tê texmînkirin ku hijmara pêketiyan û miriyan a ji ber vîrûsê hê zêdetir e.
Bîlançoya vîrûsê li Emerîkayê girantir dibe. Heta niha tenê li DYE’yê ji 1 milyonê zêdetir mirov bi vîrûsa korona ketine, ji 57 hezarî zêdetir mirov mirine. Her wiha li Italya, Spanya, Fransa û Ingilistanê li her yek welatî ji 20 hezarî zêdetir mirov mirine.
TIRKIYE
Rejîma Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê bi îstatîstên Covîd-19’ê dilîze û rastiyê vedişêre. Li gorî daneyên fermî heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 112 hezar û 261 kes bi nexweşiyê ketine û 2900 kes jî mirine. Li gorî îstatîstikan duh li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tevahî 95 kes ji ber virûsa koronayê mirine.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk û derdorên navnetewî dibêjin li Tirkiyê û Bakur bîlanço girantir e, desthilata Tirk rastiyan bincil dike.
Bîlançoya dawî ya welatên din wiha ye:
ITALYA
Pêketî: 200 hezar
Mirî: 27 hezar.
SPANYA
Pêketî: 232 hezar û 128
Mirî: 23 hezar û 822
FRANSA
Pêketî: 165 hezar û 842
Mirî: 23 hezar û 293
INGILÎSTAN
Pêketî: 157 hezar û 149
Mirî: 21 hezar
ELMANYA
Pêketî: 158 hezar û 758
Mirî: 6126
HOLLANDA
Pêketî: 38 hezar û 416
Mirî: 4566
BELÇÎKA
Pêketî: 47 hezar û 334
Mirî: 7331
SWÎSRE
Pêketî: 29 hezar û 264
Mirî: 1677
ÎRAN
Pêketî: 92 hezar û 584
Mirî: 5877
RÛSYA
Pêketî: 93 hezar û 588
Mirî: 867