Li gorî nûçeya ku Skynews spartiye çavkaniyên nexweşxaneyan li Iraqê di protestoyan de heta niha 29 kes mirine. Ev protesto roja Sêşemê li Iraqê dest pê kiribû û di roja sêyemîn de didome.
Ligel ku qedexeya derketina derve hatiye ragihandin jî li Qadên Tehrîr û Teyeranê gel kom dibin û protestoyan dikin. Hêzên ewlekariyê li hemberî xwepêşanderan ji neçarî vekişiyan.
Xwepêşanderan xwestin rejîma Iraqê îstîfa bike û Îran jî şermezar kirin.