Ji ber şewata li sê cihên li Kalîforniyayê ya DYA’yê heta niha 63 kes mirin û 631 kes winda bûn.

Ziyana ji ber şewata li Kalîforniyayê giran dibe. Ji ber şewata roja Pênçşemê heta niha 63 kes mirine. Şerîf Kory Honea got ku kesên winda jî bûne 631 kes.  Beriya niha hatibû gotin 130 kes winda bûne.

Şerîf li ser hejmara ku ji 130 windayî bûye 631 jî got li 130 kesî digeriyan lê Pênçşemê piştî ku rayedaran li hemû lêgerînên lezgîn nerî ne, tespît kirine ku ji 501 kesê dî jî agahî nayê standin.

Honea diyar kir ku ev tê maneya dibe ku bi sedan kesê dî jî miribin û got, bi sedan kes bê kes û kus im û yên din jî xizmên wan agahiya windabûnê nedane.

Şerîf Honea eşkere kir ku her kêlî dibe ku hijmara mirî û windayan zêdetir bibe.