Berdevkê servîsa arkujiyê ya Yewnanîstanê Stavrûla Malîrî got, wan heta niha cenazeyên 81 kesan dîtine.
Malîrî diyar kir ku 4 ji kesên jiyana xwe ji dest dane tûrîstên biyanî ne û ji ber ku cenaze şewitî ne, nikarin bi hêsanî nasnameyên wan tespît bikin. Malîrî got, hin kesên winda jî dibe ku di nava wan kesan de bin ku mirine.
Hate ragihandin, ji kesên li peravên rojhilat ên paytext Atînayê mirin, yek jê ji Îrlandayê, yek ji Polonyayê û yek jî welatiyê Belçîkayê ye.
Piştî şewata sala 2009’an a li Awûstralyayê, şewata li Atîna û derdora wê weke mezintirîn şewata sedsala 21’ê tê dîtin.