Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, CPT a ku di serdana dawî ya Tirkiyeyê de neçû Girtîgeha Îmraliyê, nîşan da ku siyaset û hiqûqa serdest a navneteweyî ji dewamiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîdê berpirsyar e.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, neçûna Îmraliyê ya heyeta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji ANF’ê re nirxand.
‘EV YEK NÎŞANEYA NÊZÎKATIYA LI PIRSGIRÊKA KURD Û ÎMRALIYÊ YE’
Parêzer Bîlmez diyar kir ku CPT, ne tenê serdana Girtîgeha Îmraliyê nekir, her wiha bi wan re jî hevdîtin nekir ku ew bi rêk û pêk agahiyan didin CPT.
Îbrahîm Bîlmez ragihand ku heyetê tenê diyar kir ku di vê mijarê de bi rayedaran re axiviye û got, “CPT ku di bin sîwana Konseya Ewropayê de weke mekanîzmaya pêşîrgirtina li êşkenceyê hate avakirin, baş zane ku di nava dewletên endam hemûyan de girtîgehek di vê astê de bêhiqûqî û nêzîkatiyên kêfî lê tê kirin nîne. Em hemû zanin, eger CPT Girtîgeha Îmraliyê jî xistibûya nava bernameya xwe ya serdanê, wê tecrîd ewqasî bi hêsanî û kêfî nehatibûya dewamkirin. Vê rewşê nîşanî me da ku hiqûq û sîstema navneteweyî bi çi rengî nêzî Girtîgeha Îmraliyê dibe.”
Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku di vir de durûtî tê kirin û wiha dewam kir, “Rewşek li pêş çavan heye. Ev rewş nîşan dide ku têkiliya hiqûq û siyaseta navneteweyî bi çi awayî nêzî pirsgirêka Kurd û girtîgeha Îmraliyê dibin.
Nêzîkatiya li Girtîgeha Îmraliyê û polîtîkaya tecrîdê di heman demê de pêwendiya xwe bi xwestin an jî nexwestina çareseriya pirsgirêka Kurd a li gorî pîvanên demokratîk ên gerdûnî heye. Bûyerên diqewimin nîşanî me didin ku siyaset û hiqûqa serdest a navneteweyî ji tecrîda li Îmraliyê û dewamiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd berpirsyar in.”
‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDAN HÊZÊN ŞERXWAZ DIXE NAVA TIRS Û FIKARAN’
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ragihand ku pêwendiya polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê yekser bi nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd heye û got, “Ne tenê di vê mijarê de, ji dema komploya navneteweyî heta niha di her kiryarên li Îmraliyê de bi vî rengî ye. Ocalan di her firsendê de li ser du mijarên mijarên bingehîn diaxive û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê destnîşan dike. Ev mijar jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li tevahiya Rojhilata Navîn û yekîtiya demokratîk a neteweyî ya gelê Kurd e.
Pêşniyar û nirxandinên Birêz Ocalan jî li vê cografyayê tê şopandin û bersiveke xwe dibînin. Ev hemû di heman demê de hêzên ku berjewendiya xwe di polîtîkaya şer de heye, dixe nava tirs û fikaran.”
‘YÊN KU KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ, GIHÎŞTIN WÊ BAWERIYÊ KU KÊMASÎ HEYE’
Bîlmez bal kişand ser greva birçîbûnê û ev nirxandin kir: “Mixabin ev rewş asta tecrîdê ya li Îmraliyê nîşanî me dide. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û pê ve têkiliya bi Birêz Ocalan re hemû di encama greva birçîbûnê, nûçeya şewatê yan jî bi hinceta pandemiyê pêk hat. Yanî têkiliyek ji rêzê û asayî pêk nehat. Greva birçîbûnê şêweyekî giran ê çalakiyê ye. Xuya ye çalakgerên ku ketine greva birçîbûnê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve kêmasiyek dîtine, lewma ketine nava hewldaneke bi vî rengî.”
‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN, DEMOKRATÎKBÛN NEPÊKAN E’
Bîlmez destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê û konsepta şer ti carî ji rojevê derneket û got, “Tenê car carna asta xwe guherî. Naxwe di dema hevdîtina heyetê de jî destûr nedihate dayin ku parêzerên Abdullah Ocalan wî bibînin. Mafên wî yên bingehîn hemû weke mijareke bazarê û şantajê hate nirxandin.”
Bîlmez got, “Ev yek eşkere ye; meseleya Kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê, yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Rojhilata Navîn e. Her asta polîtîkayên şer û encamên wê, vê yekê nîşan dide. Heta ku pirsgirêka Kurd bi rengekî mayinde li ser zemîneke demokratîk neyê çareserkirin, ne li Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn demokratîkbûn nepêkane. Belê, demekê ji bo çareseriya pirsgirêkê zemîneke diyalogê hebû, lê belê wê demê nekarîbû veguhere danûstandinan. Îro jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke mezin heye. Ev firsend jî bi afirandina şert û mrecên çareseriyê yên ji bo Birêz Ocalan dibe. Di rewşeke berevajî de heman polîtîka wê dewam bike.”