Garo Paylan ji bo Qirkirina Ermen got, “Heta ku li ser vê xakê hevrûbûn lê nebe, birîna me nakewe.” Paylan destnîşan dike, heta ku edaleta 104 salan bi cih neyê anîn, wê polîtîkayên heyî yên li dijî Kurdan û gelên din bidomin.
Qirkirina Ermen ku berî 104 salan qewimî, yek ji mezintirîn komkujiyan e ku hîn jî Tirkiyeyê hesabê wê nedaye. Bi taybetî, nerazîbûna ji ber kuştina Hrant Dînk derkete holê, bû sedem ku nîqaşên li ser qirkirinê zêde bibin. AKP’ê jî di çarçoveya ‘pêngava demokrasiyê’ de hewl da nîşan bide ku gavan diavêje, lê di rastiyê de qirkirin ti carî qebûl nekir. Tirkiye tevî ku qirkirinê qebûl nake, welatên ku qirkirinê nas dikin şermezar dike. Lewma mijara Qirkirina Ermenan li xaka ku lê qewimiye hîn jî mîna birînekê ye ku xwîn jê tê.
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan ku Ermenekî Tirkiyeyî ye, ji ber ku par li ser Qirkirina Ermenan û Qanûna Koçberkirinê pêşnûme qanûnek pêşkêş kir, ji xala 301’ê fezleke li dijî wî hate amadekirin. Paylan qirkirina ku 104 sal in hesabê wê nehatiye dayin û polîtîkayên bi heman rengî yên îro didomin, ji ANF’ê re nirxand.
GELÊ ERMEN 104 SAL IN LI BENDA EDALETÊ YE
Li ser Qirkirina Ermen ku meha Nîsanê weke pêşnûmeyekê pêşkêşî Senatoya DYE’yê hate kirin û helwesta Tirkiyeyê ya li dijî welatên ku qirkirinê nas dikin, Paylan got, “Sûcê qirkirinê li ser vê xakê hate kirin, lê 104 sal in hîn hesabê wê nehatiye dayin. Gelê Ermen 104 sal in li benda edaletê ye. Bêguman em vê edaletê ji Senatoya DYE ya jî ji Parlamenta Fransayê naxwazin. Bangên ji wir tên kirin an jî nerazîbûnên tên nîşandan ji bo me gelekî girîng in, lê belê yekane cihê ku birîna me lê bikewe Tirkiye ye. Ev yek jî wê di wijdanê gelê Tirkiyeyê de, bi gava ku parlament biavêje pêk were. Lê belê 104 sal in, tevî ku berê hin hewldan hatin kirin jî îradeya hevrûbûnê li aliyekî hatiye hiştin; li şûna hevrûbûnê ev hewldan tên nixumandin.”
Paylan sala 2018’an pêşnûme qanûnek pêşkêşî meclîsê kir û xwest, mafên gelên ku di çarçoveya Qirkirina Ermen de Qanûna Tehcîrê li wan hate ferzkirin, radestî wan bên kirin. Paylan diyar kir, li ser vê yekê Wezareta Edaletê destûr daye ku ew ji xala 301’ê bê darizandin û got, “Meseleya Ermenan jî, meseleya Kurdan jî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ne. Ya rast, ev mesele bi demokrasiyê ve girêdayî ye. Dewleta ku hesabê sûcên beriya niha nade, sûcên ku piştî 104 salan dike dewama van sûcan e. Tacîz û heqareta ku berî çend rojan li Gebzeyê li dayikên me kirin, ji van gunehên wan e. Sûcên niha li Kurdan, Elewiyan û civaka Tirkiyeyê tê kirin, versiyona vî gunehê mezin e. Ya ku divê em bikin ew e; hem hesabê rabirdûyê bidin hem jî pêşî li nebaşiya niha tê kirin bigirin. Heta ku em hesabê rabirdûyê nebînin, em ê nikaribin îro çareser bikin. Ya girîng, vekirina wê rêya demokrasiyê ye. Me ev rê berî 10 salan hêdî hêdî vekiribû, bi taybetî bi têkoşîna Hrant Dînk û bangên edaletên yên piştî kuştina wî. Lê belê em careke din ketin serdemeke tarî. Tevî vê yekê jî ya girîng ew e ku em bikevin ser xeteke têkoşînê ji bo edaletê.”
YA KU 104 SAL BERÊ QEWIMÎ Û YA LI SÛRÊ QEWIMÎ WEKE HEV IN
Garo Paylan destnîşan kir, sûcê qirkirinê yê ku 104 sal berê hate kirin niha jî didome û komkujiyên li Sûr, Nisêbîn û Şirnexê mînak nîşan da. Paylan got, “Dema ku mirov li rewşa demografîk a 104 sal berê ya Sûrê binerin, wê were dîtin ku zêdeyî nîvê navnda wê Ermen û Suryan bûn. Komkujiya ku 104 sal berê bi fermana Waliyê Amedê Talat Paşa ve hate kirin û komkujiya ku berî sê salan li Sûrê hate kirin weke hev in. Berî 104 salan Ermenan daxwaza wekhevî, edalet, azadî û jiyana bi hev re dikin, lê bersiv ji van daxwazan re nehate dayin û gelê Ermen ê li wir ji holê hate rakirin. Gelê Kurd demeke dirêj e têdikoşe û ev daxwazên wan jî ji aliyê sîstema heyî ve nayên bi cih anîn. Tevî vê yekê, li dijî gelê Kurd polîtîkayeke mezin a tepisandin û komkujiyê bi cih tê anîn. Dema ku mirov bala xwe bidin ser polîtîkayên dewletê, dikarin bêjin ku dewama hev in. Sûc heta ku bê ceza bê hiştin, dubare dibe. Qirkirina Ermenan bê ceza maye û îro jî dubare dibe.”