Birîndarê Komkujiya Pirsûsê Kenan Yildizerler ku 6 sal in li benda edaletê ye, wiha axivî: “106 sal jî derbas bibin em ê ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî daxwaza edaletê bikin.”
Kenan Yildizerler yek ji sedan kesî bû ku bi banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ber bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi re ket ji bo pêlîstokan bigihîne zarokên li Kobanê. Di êrişa bombeyî de ku 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, Yildizerler jî birîndar bû. Yildizerler di salvegera 6’an a komkujiya Pirsûsê de ji ANF’ê re axivî.
‘ZÛ DESTÛR DAN ME JI BO EM BIÇIN PIRSÛSÊ’
Kenan Yildizerler diyar kir ku wê li Stenbolê karê firoşkariya seyar dikir û dema ku afîşên li ser kampanya jinûve avakirina Kobanê dît biryar da ku biçe û got, “Dema ku min wêneyên bajarê hilweşandî dît, wijdanê min êşiya û ji bo alîkariyê pê re bikim min biryar da ku biçim Kobanê.”
Yildizerler diyar kir ku bi mirovên hîn hev nas nekiribû ji Kadikoyê ber bi Pirsûsê ve bi rê ket û tevî ku lîsteya navê beşdaran dan hêzên ewlekariyê, di rêwîtiya zêdeyî 20 saetan de otobusa wan gelek caran ji aliyê polîsan ve hate rawestandin, Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) lê hate kirin, li nava otobusê geriyan.
Yildizerler ragihand ku bi taybetî li Pozantiyê ji aliyê polîsan ve demeke dirêj hatin rawestandin, lê belê li pêşiya Pirsûsê bi rengekî ecêb gelekî zû destûr dan wan ku derbas bibin. Yildizerler got, “Em otobusa dawî bûn ku çûn Pirsûsê. Li navçeyeke li wir polîsan otobusek rawestand, lê belê mîna ku li her derê em disekinand vê carê ew nekirin. Kontrola GBT’ê jî nekirin. Vê yekê bala min kişandibû. Weke ku dixwestin ku em bi lez bigihêjin cihê ku em dixwazin biçin.”
‘BI DU GAVAN EZ SAX MAM’
Yildizerler bi bîr xist ku ji bo bêhnvedanê ew çûn Navenda Çandê ya Amara ku berê diyar kiribûn û qala komkujiyê kir, “Ji ber ku gotin ku wê destûrê nedin em hemû derbasî Kobanê bibin, ji bo komek ji me derbas bibe hevdîtin bi rayedaran re dihate kirin û em jî li benda encama hevdîtinê bûn. Em gelekî westiyayî bûn. Li hewça Navenda Çandê ya Amarayê hevalan taştê amade kiribûn. Em rûniştin û me taştê dixwar. Min Hatîce Ezgî Sadet nû nas kiribû. Lê belê em di heman otobusê de dihatin. Di rê de me me li ser çayê sohbet kiribû, bi gotina ‘dîsa çaya xwecihî’ me henek dikir. Min jê re gotibû ku ez tenê dikarim çay a qaçax vexwim. Dema ku me taştê dixwar, surprîz kir û qedehek ji çaya qaçax ji min re anî bû. Bêguman min nizanî bû, ew kêlî wê bibûya axaftina me ya dawî. Piştî taştê, me pirtûk, lênûsk, pênûs û pêlîstokên bi xwe re anîn, me ew ji otobusê daxistin. Piştre heval ji hev belav bûn. Bi komên ji sê, çar hesan em li binê daran rûniştin û me dest bi sohbetê kirin. Piştre gotin ku ji bo agahdarkirinê wê daxuyaniyeke çapemeniyê ê dayin. Em li hev civiyan. Destpêkê ez li qada navîn bûm, piştre derbasî gel pankartê bûm. Bi carekê ve teqînek mîna dohej bû. Tevlîheviyekê rû da, bêhna şewatê hat. Li her derê cesedên parçebûyî hebûn. Deng nedihat guhê min. Gelek ji hevalên me miribûn, gelek jî birîndar bûbûn. Min jî fêhm kir ku ez birîndar bûme. Me hewl dida hevalên xwe yên birîndar ji wir derxînin. Min du kes anî ber deriyê hewşê. Dema ku min hevalê sêyemîn dianî ji nişka ve ketim xwarê. Hingî min fêhm kir ku lingê min ê çepê û qorika min di nava xwînê de ye û birîndar bûme. Bi du gavan ez sax mam.”
‘EM Ê JI BO PIRSÛSÊ TIMÎ EDALETÊ BIXWAZIN’
Yildizerler anî ziman ku 6 sal in li benda edaletê ne û diyar kir ku di doza komkujiyê de tenê bersûcek tê darizandin, lê belê malbat û birîndarên Pirsûsê yên daxwaza edaletê dikin, ji ber ku mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar anîne tên darizanin û gelek ji wan hatin girtin.
Yildizerler bi bîr xist ku 6 sal in destûrê nadin ew bîranînekê jî li gorî dilê xwe pêk bînin û got, “Dozger û dadgerên ku ji bo edaletê sond xwarine mixabin di bin bandora erka siyasî de mane û dozê bi encam nakin. Ew yek jî li aliyekî, li gel daxwazên me, heyeta dozê yekane bersûcê girtî tê darizandin jî neyne dadgehê. Bersûc 6 sal in bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinên dozê dibe. Xuya ye ji bodadgehan qanûnên Beştepe, Kulliye derbas dibe.”
Yildizerler destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê daxwaza edaletê li her cihî bînin ziman û got, “Ne 6 sal lê 106 sal jî derbas bibe em ê ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî edaletê bixwazin. Bêguman wê rojekê rastî eşkere bibe.”