Nerazîbunên li dijî biryara Amerîka ya li ser pêşeng û şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Dûran Kalkan her ku diçe zêde dibe. Li ser vê yekê nivîskar û çadêrê siyasî Zîrek Kemal ji RojNews re axivî.
Li gorî nivîskar Zîrek divê Kurd dildariyê bi Amerîka re neke, tenê siyasetê bike. Zîrek dibêje ku divê Kurd bi awayek baş Amerîka binase, ji ber ku Amerîka li duv berjewendiyên xwe ye, ne ku dostaniyê.
Nivîskar û çavdêrê siyasî Zîrek got ku divê nivîskar û rewşenbîrên Kurd li dijî biryar Amerîka bêdeng nemînin, ji ber ku biryarek wisane ku nayê pejirandine û wiha domkir:”Ev biryara Amerîka wê bandorê li ser rêveberên Başûrê Kurdistanê jî bike, ne dure ku di demek bê de Wezareta Derve ya Amerîka serdana Iraqê bike û fermana girtina rêveberên Başûrê Kurdistanê jî derbixe. Dibe ku bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistanê jî bike, ji bo wê pêwîste ev biryar baş were xwendin.
Divê bê zanîn teror û terorsîst kîne, yê ku dinava gelê xwe de bi kêfxweşî tê pêşwazî kirin û ji bo mafên rewa yên gelê têkoşînê dikin ne terorîstin. Divê biryara Amerîka ya li ser rêveberên PKK’ê rastî nerazîbunek cidî were. Pêwîste gelê Kurd divê yekê de bê xemiyê neke, divê li her çar parçeyên Kurdistanê dengek bilind derketiba. Ji ber ku nabe wezîrê Amerîka serdana Tirkiyeyê bike û piştî wê çen saetan biryarek bi vî awayî bide.”