Serokê dadgeha La Pazê Jorge Qûîno got, “Mafên wî hatin binpêkirin, bi taybet jî mafên parastinê, ji ber ku li gorî ûsilê bang lê nehate kirin.”
Serdozgeriya Bolîvyayê di 6’ê Tîrmehê de têkildarî Serokkomarê berê bi sûcdariya ‘raperîn û terorîzmê’ daxwaza darizandinê kiribû. Der heqê Morales de ji bo tedbîrê daxwaza girtinê hatibû kirin.
Piştî ku Morales di Kanûna 2019’an de îstifa kir, hikumeta rastgir a demkî sûcdariyên li dijî Morales zêde kiribû. Di nava van sûcdariyan de yek ji wan ew bû ku îdîa dikirin ku Morales bi zarokeke keç ketiye nava têkiliyê û zarokek jê çêbûye.
Serokê Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) Lûîs Arce, ku ev tevger sala 1997’an ji aliyê Evo Morales ve hate avakirin, di 18’ê Cotmehê de di hilbijartinê de bi ser ket. Piştî hilbijartinê pirsgirêka vegera Morales a li welêt jî kete rojevê.
Morales di sibeha Duşemê de diyar kiribû ku vegera wî ne di berpirsyariya wî de ye.
Morales got, “Hevrêyên min ji min dixwazin ku tevlî merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê nû bibim. Lê belê tevgerên civakî (sendîka hwd.) vê nîqaş dikin. Xwediyê biryarê ew in.”
Di hilbijartinên Cotmeha 2019’an de ku Morales ji bo serdema çaremîn namzet bû, jimartin zêdeyî 20 saetan hatibû rawestandin. Morales piştre di van hilbijartinan de bi rengekî surprîz di tûra destpêkê de serketina xwe ragihandibû.
Muxalefetê jî ew sûcdar kiribû ku fen kiriye û çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn. Di encamê de jî zêdeyî 30 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Morales ku polîs û artêşê xwe ji wî vegirtin, destpêkê çû Meksîkayê piştre jî xwe li Arjantînê girtibû. Aliyê Morales jî ketina ji desthilatdariyê weke darbeyê nirxandibû.