Parlamentera Dîlokê ya EMEP’ê Sevda Karaca têkildarî Doza Kûmpasê ya Kobanê ji ANF’ê re axivî û got;
Ev doz dozeke kûmpasê ya siyasî bû.
Careke din nîşan dan ku rejîma qesrê pêyama,
“ez ê weke şûrê demokles li ser serê we bim’ da aştîxwazan.
Êdî hîn bêhtir pêwîstî bi têkoşîna yekbûyî heye.
Sevda Kara destnîşan kir ku kûmpasa siyasî wê dewam bike.
Armanca wan ya çareseriya pirsgirêka Kurd nîne.
Ne mafê kedkaran ne jî mafên demokratîk yên gelê Kurd ne xema wan e.
Senteza Tirk-Îslam, ya Turk-î Turan di şer de, di tunekirina gelê Kurd de israr dike.
Di vê demê de ji bo destketiyên mafên gelên bindest, kedkar û karkeran divê em piştevanî û rêxistiniyê xurt bikin.”