Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, biryarên ku komîteya destûra bingehîn a ku ew li derve hatine hiştin werbigire, wan eleqedar nake.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro têkildarî komîteya avakirina destûra bingehîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî salên ji aloziya Sûriyê ku di encamê de bi milyonan bûn qurbanî û winda bûn û bûn penaber li derve û hundir, her wiha wêraniyeke mezin çêbû û bû karîsteke mezin, heta niha ji bo pêkanîna çareserî û istiqrarê tu gavên piratîk nehatin avêtin. Piştî êş û azara vê karîsetê, divê helwestên cidî û piratîk a berpisyar ber bi çareseriyê ve hebin û hevgirtineke siyasî hebin, di demeke ku hemû hewldanên bi rengê leşkertî û hewldanên bi destgirtina yekî alî têk çûn, lewra pêwîstî bi çareseriyeke siyasî ya lezgin heye da ku sînorek ji vê azar û windabûnê re were dayîn.
Pêkhateyên gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi awayekî hevbeş qurbaniyên gelekî mezin di oxira pêkanîna çareseriya demokratîk de dan û zemîna çareserî û hevgirtina niştimanî danîn. Di heman demê de, bi erka xwe ya mezin a sekinadina li hemberî tundrewî bi hemû rengê xwe (El-Nusra, DAIŞ û komên girêdayî wê) rabû, her wiha hêzên berxwedanê ku parastina yekitî û gelê Sûriyê kirin, Hêzên Sûriyê Demokratîk bû ku di şerên xwe yên ku li dijî ku dixwestin Sûriyê bikin îmareke tundraw, 11 hezar şehîd, 24 hezar birîndar û bi sedan gazî dan. Her wiha ev qurbanî ji bo parastina demokratîk, yekitiya Sûriyê û gelê wê bû, di heman demê de, parastina hemû mirovahiyê bû. Ji ber ku DAIŞ`ê xeteriyeke mezin li ser herêmê û tevahiya cîhanê bû.
Rêveberiya Xweser tevî pirrengiya li herêmên xwe, lê yekitiya civakbûnê parast û projeyek ku hemû pêkhateyên herêmê bi hev de girê dide, ava kir, di demeke ku arîşeyên etnîkî û mezhebî bi pêş diketin.
Istiqrara ku îro li herêmên me heye, ew istiqrarayeke giring ji bi hemû gelê Sûriyê ye, bi milyonan di herêmên me dijin (zêdetirî 5 milyon însan). Ev yek tê wateyê ku Sûriyê hewcedariya xeta ku pêkhateyên gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartiye, da ku istqrar bi tevahî çêbibe û gelê Sûriyê di nava ewlehiyê de be û mafên wan ên rewa bê cûdahî, werin misogerkirin.
Der barê keda ji bo diyaloga sûrî ya niştimanî, helwesta Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyê Demokarîk diyar bû û der barê gavên ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê û bidestxistina mafên wan, nakokiyên wan tune bû. Bi awayekî yekser dest bi hewldanên ji bo aktîfkirina vê diyalog kirin bi rêya Rûsya, an jî bi rêya hikumeta Sûriyê bi awayekî yekser. Hemû aliyên ku bi wan re diyalog hate kirin, bi erka xwe di vê çarçoveyê de ranebûn. Di heman demê de, Tirkiyê jî ev atmosfêr xerab dikir. Mixabin helwestên Tirkiyê û hesasiyeta wê, ji istiqrar û diyaloga li Sûriyê bihtir jê re hesab dihate kirin. Tevî ku desteka Tirkiyê ji bo terorê û tundrewan ji kesî re nayê veşartin û serweriya Sûriyê binpê kir. Di heman demê de, rewşa herêmên Sûriyê(Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablûsê) bi awayekî yekser guhart û wekî ku ew herêmên Tirkiyê ne, kiryaran dike.
Der barê komîteya sazkirina destûra Sûriyê ku ji aliyê NY`ê hatiye ragihandin, em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku ev komîte, weke form, taybetmendî û rengîniya gelê Sûriyê berçav negirtiye, her wiha ne li gorî yekîtiya gelê Sûriyê hêviyên wan ên ji bo avakirina demokrasiyê ye.
Der barê paşguhkirina Rêveberiya Xweser jî, ev tê wateya bê dadî û wekheviyê û li dijî biyara navdewletî (2254) ya ku dibêje pêwîst e pirsgirêka Sûriyê bi beşdariya hemû Sûriyan bêk were, lê tişta di komîteyê de bû berovajî bê yekê ye.
Eger rol û vîna gelê me yê ku bingeha çareseriya demokrasiyê amade kiriye û egerên li dijî yekpariya axa Sûriyê tune kiriye (DAIŞ û tundrewên girêdayî wê), tune be, em dibêjin ku encam dê ne di xizmeta Sûriyan de be, dê her aloziyê kûrtir bike.
Em bang li NY`ê û hemû dewletên ku çareserî û aramiya Sûriyê dixwazin dikin, ku dîmena rewşa li Sûriyê bi awayekî giştî bibînin, bi awyekî diyarker tevbigerin, ne gorî şêweyê, her wiha nabe ku pêkhateyên sereke di çareseriyê de, ji ber hestiyariyên Tirkiyê bêne paşguhkirin, tevî ku NY`ê û hemû dewletên din, piştgiriya Tirkiyê ji bo komên tundrew dizanin, her wiha siyasetên Tirkiyê yên dagirkirin û parçekirinê jî dizanin.
Em ji NY`yê dixwazin ku li rêvebirina lihevhatina di nava Sûriyan de bigere, ji civaka navdewletî jî dixwazin ku vê biryara ne dadmend berçav re derbas bikin, ku ne nûneriya mafên Sûriyan nake, em dixwazin ku vîna gelê me yê li ser erdê bê dîtin. Her wiha ji hepyemana navdewletî ku piştgiriya avakirina komîteyê kirin, dixwazin ku helwesta xwe û hevpariya bi pêkhateyên herêmê berçav bike, me ji bo yek armancê gelek qurbanî dan, pêwîst e çawa di tunekirina DAIŞ`ê rola wan a girîng hebû, di mijara nêzîkbûna di navbera Sûriyn de jî hebe.
Di dawiyê de, em wekî Rêveberiya Xweser û MSD û QSD`ê, dibêjin ku çi hewldaneke der barê aloziya Sûriyê û rewşa Sûriyê bibe, bêyî beşdariya vîna gelê me bi hemû pêkhateyên xwe, dê ji aliyê me ve neyê pejirandin, çi platformek an komîteyek ku me paşguh bike, em jî dê biryar û encamên wan paşguh bikin, her wiha em ê her têkoşîna ji bo armancên xwe dewam bikin, ew jî yekîtiya axa Sûriyê û gelê wê û çareseriya demokratîk û aramî ye, ta avakirina Sûriyeke demokratîk û Sûriyayek ji bo hemûyan.”