Rayedarekî ji bajare Bosso yê ku gundê Tumur bi ser wê ye û qetlîam lê hatiye kirin, ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku di vê êrîşê de bi awayê fermî 27 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.
Gundê ku qetlîam lê hatiye kirin nêzî sînorê Nîjeryayê ye.
Rayedaran got ku, “Di navbera 800 û 1000 mal hatine şewitandin. Bazara navendî û gelek wesayît jî hatine şewitandin.”
Rayedarekî diyar kir ku ji sedî 60’ê gund hatine kuştin.