John Boltonê şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Serokê 45’emîn DYE’yê Donald Trûmp ê berê, di daxuyaniya ku roja Duşemê da de, got ku divê mirov sala 2023’yan endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê bide ber pirsan.

Bolton, di gotara xwe ya roja Duşemê de ya di rojnameya The Daîly Telegrapê de hat weşandin, diyar kir ku sedem ew e ku rayedarên Tirk bêdil in ku di mijara şerê Ûkraynayê de helwesteke tund nîşanê Rûsyayê bidin.

Bolton destnîşan kir ku divê mirov bide ber pirsan ku çima hêj Tirkiyeyê terka hevkariya xwe ya bazirganî û leşkerî bi Rûsyayê re nekiriye, nexwe divê mirov endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bide ber pirsan.