Daxuyanî ji aliyê Sînn Feîn ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku li Belfastê şeva Înê bombe avêtin malên Gery Adams û serokê partiyê yê herêma bakur Bobby Storey.
Adams li ser Twîtterê daxuyanî da û wiha got; “Em hemû baş in, kesek birîndar nebû. Ez ji bo hemû peyam û lêgerînên we spas dikim. Ez spasiya cîranan yên ku bi lez hatin cihê bûyerê, Nobedarên Herêmê û nûnerên partiyê dikim.”
All well here. No one hurt. Thanks 4 all the texts & phone calls. Thanks 2 all the great neighbours, the Neighbourhood Watch & Sinn Féin reps who were here very quickly.
— Gerry Adams (@GerryAdamsSF)
July 14, 2018
Sîn Feîn ragihand ku li gorî daxuyaniyên berdevkê edalet û zabitayan êrîşkar beriya êrîşê çend deqeyan li pêşiya mala neviyên Adams bûn.
Hêzên emniyetê yê Bakurê Îrlandayê daxuyanî dan û ragihandin ku berpirsan li rojavayê Belfastê li dijî dû navnîşanan êrîş pêk anîne.
Gerry Adams speaking about attack on his home https://t.co/vCztu9ONKw
— Gerry Adams (@GerryAdamsSF)
July 14, 2018