Li Brîtanyayê lîderên partiyan, wekîl, sendîkavan û alimên dîn, gelek sazî, şexsiyeyan di peyamên xwe de ku ji Meclîsa Gelê Kurd re şandin, diyar kirin ew li cem têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê ya gelê Kurd in.

Lîderê Partiya Demokrat a Lîberal ê li muxaleftê Sîr Ed Davey Newroza gelê Kurd pîroz kir û got, ”Ez Newroza gelê Kurd ku gelek keda wan li ser welatê me heye pîroz dikim. Ez hêvî dikim Newroz têkiliya me ya bi gelê Kurd re xurtir bike. Li ser navê Demokratên Lîberal ez Newrozeke bi şad û şahî ji Kurdan re dixwazim.”

CORBYN: JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Lîderê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn got, ”Ez bang dikim ambargo li ser dewleta Tirk were danîn ku ev dewlet li dijî Kurdan çalakiyên tundrew dike û her wiha ji bo lîderê siyasî yê Kurd ê girtî, ‘Mandelayê Rojhilata Navîn’ Abdullah Ocalan re azadî daxwazim.”

Corbyn got dewleta Tirk li şûna çalakiyên şer ku ziyanê didegelak kesan, vegere ser hevdîtinên aştiyê yê ku bi sala 2013’an bi Abdullah Ocalan re dest pê kirî û got, ”Cejna Newrozê, di dema herî tarî de hêvî ye û bi bîr dixim gelê Kurd ji mêj ve ye tezahûra vê hêviyê ye. Di wê rewşê de ku gelê Kurd meşa xwe ya dirêj a ji bo azadî û xweseriyê didomînin, em jî sala 2022’an li cem wan in. Newroza we pîroz be! Happy Newroz!”

PARTIYA NETEWÎ YA SKOÇYA: EM DESTEKÊ DIDIN TÊKOŞÎNA WE

Wekîlê Partiya Netewî ya Skoçyayê Chrîs Stephens ku bi 3 zimanan Newroz pîroz kirî got, ”Ez hêvî dikim Newroz aştî û aramiyê ji bo gelê Kurd bîne. Ev salên dawî ji bo gelê Kurdistanê bi zor û zehmetî bihurî. Gelê Kurd bi dagirkeriya artêşa Tirk û binpêkirna mafê mirovan re rûbirû bû. Ez Skoçiyê ku piştevanê serxwebûnê me, ez daxwaza Kurdan ku dixwazin nasname, ziman û çanda xwe biparêzin fêhm dikim. Ez û partiya min, li asta cîhanî têkoşîna we ya xweserî û naskirinê jidil destek dikin.”

SEREKPSÎKOPOS: KURD BÛNE RONKAHIYA HÊVIYÊ

Serekpsîkoposê Gallerê Andy John diyar kir gelê Kurd bi Newrozê re nirxên ku ji hemû baweriyan bi hemû mirovan nas in pîroz dike, şevçiraxa Newrozê her wiha hêmaya hêviyê ye û got, gelê Kurd ji bo hemû mirovên li cîhnaê bûye ronkahî. 

SENDÎKAYAN JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ XWESTIN

Yek ji sendîkaya mezin a Brîtanyayê TUC ku her wiha kampanyaya ”Ji Abdullah Ocalan re azadî’ rê ve dibe di peyama Newrozê de bi bîr xist ku wan ji bo Nelson Mandela bi rikdarî kampanyaya rê ve birine û ew pê şanaz in ku niha ew ji bo lîderê gelê Kurd jî azadiyê dixwazin.

TUC’ê got ew ê li Kraliyeta Yekbûyî û li qada navnetewî piştevanê Kurdan û Tevgera Rizgarî ya Kurdan bin û got, ”Newroza we pîroz be!”

MOYLE: EZ BI BERXWEDA WE RE ME

Wekîlê Partiya Karker û dostê Kurdan Lloyd Russel-Myole di peyama xwe de got,”Li dijî zilm û zordariya li ser gelê gelê Kurd, ez li gel berxwedana Kurdan im. Ji bo Kurdistaneke bi aştî û aram û Tirkiyê, dive Kralîyeta Yekbûyî zêdetir piştevanê tevgera Kurd be.”

SOBEL: KURD BI ROLEKE GIRÎNG RABÛN

Wekîlê Partiya Karker Alex Sobel got, ”Ji bo têkbirina koma terorê DAÎŞ’ê Kurd bi roleke giirîng rabûn. Îro divê hêzên navnetewî zêdetir destekê bidin têkoşîna azadî, aştî, adaletê ya gelê Kurd. Ez Newroza Kurdan pîroz dikim. Newroz pîroz be.”

Her wiha wekîla Partiya Karker a Ingilîz Feryal Clark Demircî ya Kurd û Elewî û Wekîla Partiya Karker Kate Osborne jî bi peyamekê Newroz pîroz kirin û gotin destekê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan.