Ev sernavê kurtnivîsa rojnamevan Dilara Nurhaq e û dibêje; Şehîd Havîn Gabar, xwedî jiyaneke durust, wêrek û bi wate bû. Bi daxwazî û biryardariyeke mezin heta nefesa xwe ya dawî li dijî dagirkeran têkoşîn kir.
Rojnamevan Dilara Nurheq wiha dewam dike: Canan Oral, li Aydinê ji malbateke welatparêz ya ji Şirnexê hatiye dinê. Malbata wê tu caran ji çanda qedîm ya Botanê, ji nasname û cewhera Kurdîtiyê dûrneketiye.
Canan Oral jî, di sala 2015’an de li Şirnex û bajarên din yên Kurdistanê bû şahidê hovîtiya dewleta Tirk.
Piştî şehîdkirina Hacî Lokman Bîrlîk di heman salê de, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîla bû.
Navê Havîn Gabara li xwe kir û perwerdeya destpêkê li herêma Heftenîn kir û dest bi têkoşînê kir,.
Piştî demekê, li qada pispaorî YJA Starê Havîn Gabar, perwerdeya bîrdozî û leşkerî dîtiye û di xeta fedayî ya şehîd Zîlan, Bêrîtan, Delal Amed, Rojbîn û Sara Goyî deli her qada berxwedanê cih girt.
Gerilla Havin Gabar, bi tevlêbûna xwe ya bêdudilî û bêhesab ji hemû hevriyên xwe re bû mînak. Di 4’ê Kanûna 2023’an de di encama êrîşên dewleta Tirk de tevî hevriyê xwe Delîl Tolhildan tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.
Gerîla Havîn Gabar a xwedî heqîqet, wêrekî û jiyaneke watedear e, weke milîtaneke bêhempa ya xeta PKK û PAJK’ê navê xwe di dîroka berxwedana Kurdistanê de bi xetên zêrîn nivîsand.