Elmanyayê biryar da ku ji sala 2022’an pêde rêjeyeke rekor a pereyan veguhêze butçeya leşkerî. Li gorî pêşnûmeya budçeyê ya ku roja Duşemê hat eşkerekirin, ji bo ku ji sedî 2 ê GSYÎH ya ku ji hêla NATO’yê ve hatî pêşniyar kirin bê erêkirin, wê mîqdarên rekor ji bo parastinê were veguheztin.
Di budceya ku tê payîn di rojên pêş de li meclîsê bê nîqaşkirin, îsal 50 milyar euro lêçûnên leşkerî tê pêşbînîkirin.
Ji sala 2022’an pêve 100 mîlyar euroyên din, wê weke îstîsna were zêdekirin.
Elmanyaya ku di Herêma Euroyê de xwediyê aboriya herî mezin e, di sala 2018’an de 38,8 milyar euro ji bo parastina xwe veqetand. Ev lêçûn di salên borî de gav bi gav zêde bûne û di sala 2021’an de gihîştiye 47 milyar euroyan.
Hêjayî gotinê ye ku Elmanya budceya xwe ya parastinê bi taybetî bi firsenda ji şerê Ukraynayê derketî re di asteke rekorê de zêde kir.
Wezîrê Aboriyê Chrîstîan Lîndner herî dawî got: “Elmanya di parastinê, dîjîtalîzekirin û veguheztina ekolojîk de sermayeguzariyeke mezin dike, lê di heman demê de em armanca xwe ya rêzgirtina ji bo stopa deynê ya Destûra Bingehîn a ji sala pêşiya me de nîşan bidîn, didomînin.”