AMED – HDP bi dirûşma “Em ê xwe û bajarê xwe bi destên xwe bi rê ve bibin” Komxebata Rêveberiyên Herêmî pêk tîne. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di komxebatê de axivî û got:”Em ê bi hêzek hîn mezin beşdarî xebatên hilbijartinê bibin. Êrîşên ku li rêveberiyên me yên herêmî tên kirin li dijî hêza jina ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Em ê xwe û bajarê xwe bi destên xwe bi rê ve bibin” li Eyewana Konferansa Vedat Aydin û bi beşdarbûna Hevserokên HDP’ê Komxebata Rêveberiyên Herêmî pêk tîne. Parlamenterên HDP’ê, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk, Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyan, Kongreya Demokratîk a Gelan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê jî beşdarî komxebatê bûn. Li eywana komxebatê wêneyên Hevserokên girtî yên DBP’ê û parlamenterên girtî yên HDP’ê û pankartên “Em nebin yek em ê herin yek bi yek”,”Em ê xwe û bajarê xwe bi destên xwe bi rê ve bibin” hat aliqandin.

Komxebat bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir û axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Amedê Filiz Buluttekîn hat destpêkirin. Filizê da zanîn ku ew dixwazin hemû bawerî û neteweyên cuda di nava jiyanek hevpar de bi hev re bijîn û got:”HDP îradeya jinê û awêneya kedkaran e. HDP li dijî yekperestiyê ye.” Piştî axaftina Fîlîzê sinevizyona ku rêveberiyên herêmî yên ji dîroka 1978’an heta niha hat temaşekirin.

‘Em ê bi şev û bi roj bixebitin’
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan hevserokên şaredarên DBP’ê yên ku di zindanan de tên girtin bi bîr anî û got:”Me bi îradeya gelan li parlamentoyê nûnertiyek mezin bi dest xist. Ev rê bi taybet rêyek dijwar e. Tevî hemû astengiyan me li parlamentoyê nûnertiya îradeya gelan kir. Asta duyem niha bidestxistina serkeftina ji bo rêveberiyên herêmî ye. AKP naxwaze ku HDP di rêveberiyên herêmî de cihê xwe bigire. Em bi zihniyetek bi vî rengî rû bi rû ne. Em bi hêzek hîn mezin amadekariya hilbijartinên herêmî dikin. Em dibêjin ku em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin. Em ê şaredariyên din jî bigirin. Têkçûyina qayyiman û zihniyeta tekperest girêdayî vê yekê ye. Em ê bi şev û bi roj bixebitin.”

‘Dê qayyim biçin’
Pervînê da zanîn ku zihniyeta yekperest têkoşîna gelê Kurd nabîne û got:”Erdogan û wezîrê karê hundur her roj gefan li me didin xwarin. Ew çi daxuyaniyê didin bila bidin em ê teqez bi ser bikevin”

‘Em ê saziyên jinan dîsa ji bo xizmeta gel vekin’
Pervînê wiha domand:”Bêyî jinan rêveberî û azadî nabe. Saziyên jinan ên ku ji aliyê qayyim ve hatin girtin em ê dîsa ji bo xizmeta gel vekin. Em ê dîsa bi ser bikevin.”

‘Alên ku we hiştin ew ê li erdê nemînin’

Cigîra Hevserokatiya Giştî ya Rêveberiyên Herêmî yên HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler jî wiha got:”Hûn ê nikaribin îradeya gelan têk bibin. Armanca me ne tenê ew e ku em qayyiman bişînin. Em ê AKP’ê bi temamî ji Kurdistanê derxin. Em sozê didin hevserokên xwe yên girtî alên ku we hiştin ew ê li erdê nemînin.”
Piştre Sezaî Temelli û Ahmet Turk axivîn û anîn ziman ku ew ê bi hêzek mezin beşdarî xebatên hilbijartinan bibin û li îradeya xwe dîsa xwedî derkevin.
Komxebat piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.