Hevseroka  Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di koma partiya xwe de geşedanên hefteyî nirxand û diyar kir ku ew ê qeyûman bişînin qesrê û şaredariyan ji destê wan derxin. Bûldan bal kişand ser krîza li Tirkiye û wiha got “Sedema krîza siyasî û aborî tecrîdkirina Ocalan û pergala rêveberiya yek zilamî ye. Meclîs bi parlamenterek kêm dest bi xebatê dike. Leyla Guven girtî ye û dîl hatiye girtin. Ez vê ferasetê şermezar dikim û dixwazin bi lez bê berdan.”  Bultan bal kişand ser rewşa Efrinê jî û da zanîn ku piştî Tirkiye ket Efrînê aramî xera bû.

Piştî meclîs di serdema nû de vebû, yekemîn civînên partiyên siyasî pêk hatin. Di hefteya ewil a meclîsê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe pêk anî. Di civîna HDP’ê de ji Dayikên Şemiyê Hayriye Dogan, Remziye Bayram, Îrfet Mutaş, Saîme Sebla Arcan Tatlav, Hanife Yildiz û Hanim Tosûn, kedkar û nûneren sendîkayan ên bi KHK’ê ji hat hatin dûrxistin, Karker Kenan Gungordu û Sinan Yerdelen, Nûnerê Sendîkaya Înşaat Îşê Murat Can Çoban û karkerên Flormarê li salonê amade bûn. Li salonê wêneyê parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û parlamentera HDP’ê ya girtî Leyla Guven vekirin.

 ‘AYHAN TÊKOŞERÊ DEMOKRASIYÊ BÛ’

Di civîna hefteyî ya  îro de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, nirxandina hefteyê kir û Parlamenterê HDP’ê yê berê Îbrahim Ayhan ku li Hewlerê jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Bûldan, anî ziman ku Îbrahim Ayhan têkoşerê demorasiyê bû û ew ê rêya wî bişopinin. Bûldan, da zanîn ku Ayhan di qada ked û demokrasiyê de ked û têkoşînek mezin da. Bûldan Ayhan bi bir anî û sersaxî ji malbat û hevalên wî re xwest.

‘DIVÊ LEYLA GUVEN SERBEST WERE BERDAN’

Bûldan, bal kişand ser girtina Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî û bang li meclîsê kir û xwest li hemberî girtina guvend hestiyar tev bigerin û bêdeng nemînin. Bûldan, anî ziman ku meclis bi parlamenterek kêm dest bi xebatên çêkirina zagonan dike û wiha got: “Rêzdar û xoşewîst Leyla Guven ne di nava me de ye. Ez vê helwest û ferasetê li vir şermezar dikim. Divê bi lez dawî li vê bê hiqûqiyê bînin. Duh serokê meclîsê bal kişand ser hebûna jinan a li meclîsê, lê wekîla me ya jin Leyla Guven dîl hatiye girtin. Leyla Guven nûnera gelan e. Cihê wê ne girtîgeh, cihê wê meclîs e. Ez li vir silav û hezkirinê xwe ji Leyla Guven, hemû şaredar û hevserokan, Selahattin Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kışanak û girtiyên din silav dikim.” 

Bûldan, anî ziman ku her pirsgirêkên Tirkiye kûr dibin erk û berpirsiyariya meclîsê jî zêde dibe û wiha berdewam kir: “Her çend feraseda yekperestî hebe jî wê parlamento bibe cihê ku pirsgirêk lê tên nîqaşkirin û çareserkirin. Wekî koma HDP’ê em ê meclîsê bi awayekî herî çalak bi kar bînin. Em ê kursiya meclîsê bikin kursiya gel. Em ê bi awayekî çalak meclîsê bidin xebitandin. Em ê hemû neheqî, nelirêtî, pirsgirêk û binpêkirinên mafan li vir bînin ziman.  Em ê li ser navê gel hesab bipirsin.

ME PLANA AKP’Ê PÛÇ KIR

Bûldan, anî ziman ku wekî HDP’ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi ser ketiye û 67 wekîl birin meclîsê û wiha lê zêde kir: “Me bi hev e plana AKP’ê ya tasfiyekariyê xera kir. Me destûr neda ku em meclîsê teslîmî wan bikin. Qesrê meclîsa bê HDP dixwest. Lê me destûr neda vê yekê. Gel destûr neda vê yekê. Gel got wê vîna min li meclîsê be. Divê hikûmet û AKP ve yekê baş bixwîne. Divê dersê ji 7’ê Heziranê derxin. Divê ji encama 24’e Hezîranê dersê derxin. Her ku hûn peyama gel rast nexwînin hûn ê gelek hilbijartinên 7′ û 24’ê Hezîranê bibînin. Ez li vir zaroken malbata Şenyaşar a Pirsûsê bi hurmetî bi bîr tînim. Ji bo kujerên zarokên wan bên dîtin û darizandin em ê heta dawî dozê bişopînin. Em vê sozê didin.”

‘GELÊ KURD QEYÛMAN QEBÛL NAKE’

Bûldan, bal kişand ser rewşa qeyûman jî û destnîşan kir ku wê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûman rigzar bikin û wiha lê zêde kir: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze her tiştî bike navendî û bi xwe ve girê bide. Di hilbijartinên herêmî de ji ber nikare bi hilbijartinê bi dest bixe qeyûm tayîn dike. Ji niha de amadekariyên mezin li herêma ku em lê bi hêzin dike. Lê ez bêjim Kurd vîna te nas nakin. Ji ber ku tu ji vîna gel nas nake û qeyûm tayîn dike. Baş zanibe ku Kurd heye. Vîna wan rewa ye. Wekî Rosa Luksembûrg gotiye ‘Em hebûn, em hene û em ê her hebin’ Di hilbijartinên herêmî de gel wê namzet û vîna xwe diyar bike û hilbijêre. Ji îro ve em ê şev û roj bixebitin. Em ê di rêveberiyên herêmî de hebûna hêza xwe bêtir mezin bikin. Ew şaredariyên ku we qasp kirine em ê dîsa bistînin û qeyûman bişînin Baxçeye Qesrê. Bila li baxçeyê qesrê qeymeqamiyê bikin. Stendina şaredariyan a ji destê qeyûman deynê stûyê me ye. Hemû kesên ku demokrasiyê dixwaze çima em bi wan re îtîfaqê ava nekin? Tu astengî li pêş îtîfaqa hêzên aştî, demokrasî û çareseriyê dixwaze tune ye. Ez bang li hemû hêzên demokratîk dikim ku bikin hilbijartina 30’ê Adar, 7 û 24’ê Hezîranê. “

‘KRÎZA ABORÎ Û SIYASÎ KÛR DIBE’

Bûldan, bal kişand ser sedema krîza aborî û wiha pêde çû: “Tirkiye di nava kirîza aborî û siyasî de dijî û diçe kûr dibe. Em dizanin ku îktîdar nikare welat bi rê ve bibe. Sedema krîza siyasî û aborî ku her diçe kûr dibe rêveberiya yek zilamî ye. Ji ber demokrasî, azadî, edalet, hiqûq û mafê mirovan hatiye tunekirin. Ji ber ku faşîzm kirine sazî û bi faşîzmê bi rê ve dibin. Berpirsiyarê krîza hundir û derve li şûna bi aştî û demokrasiyê çareser bikin, serî li rêbazên tunî û şer didin. Erdogan dibêje ‘krîz mirîz tune’ Rast e ger ku bi çavê qesrê binere tune ye. Lê bi çavê gel binere krîza herî kûr heye. Li ser sifra gel krîz heye. Ger ku krîz tune be çima her tişt ji sedî sed zem dibe? Xizanî çima zêde dibe. Çima kargerî tên girtin. Gel bedelên giran dide. Karkerên Balafira 3’emîn ji ber ku mafê xwe xwestin hatin girtin. Em diyar dikin ku em wekî HDP’ê li pişt karker û kedkaran cih digirin. Em ê her dem li pişt wan bin. “

SEDEMA KRÎZA TECRÎDA LI IMRALIYÊ YE

Bûldan da zanîn ku yek ji sedemên sereke yên krîza heyî tecridkirina Îmraliyê ye û wiha got: “Dema em li helwesta dewlet û îktîdarê ya li hemberî Îmraliyê dinerin em dizanin ku ber bi kijan alî ve diçe. 3 sal berê pêvajoya çareserî û muzakere hebû. Heyetên siyasi bi birêz Ocalan re hevdîtin dikir. Wê demê welat di nava aştiyê û aramiyê de bû. Birêz Ocalan tu carî ji aştiyê tawîz neda. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye têkoşiya. Pêşengî ji têkoşîna demokrasiyê re kir. Lê AKP’ê projeyên Ocalan ên aştiyê ji bo xwe astengî dît û dawî li hevdîtin û muzakereyan anî. Ji 2015’an heta niha tecrîd didome. Ji 1999’an heta niha tecrîd heye. Lê di 3 salên dawî de tecrîd girantir kirine. Ji ber tecrîdê şer dest pê kir. Rejîma qesrê ji bo hebûna xwe li ser piyan bihêle di tecrîdê de israr dike. Ev konseptek pir taybet e. Ji roja tecrîdê dest pê kiriye krîz û alozî zêde dibin. Tirkiye bi darbeyan re têdikoşe. Bi tecrîdkirina Îmraliyê re hemû welat ket bin tecridê. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Tirkiyeyê ye. Hemû gelê Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Di salên 2013-15’an de aştî û aramî hebû. Mixabin YE jî şirîkê tecrîdê ye. DMME’ê bêyî Tirkiye ev biryar nedaye. TMME û Tirkiye bi hevre ev biryar dan. Piştî Tirkiye 6 meh ceza li parêzerên Ocalan birin DMME biryar da. Ev nêzîkatiya li dijî gelê kurd û Ocalan nîşan dide. Em li her derê li dijî tecrîdê derdikevin. Ji ber ku tecrîd civakê tîne hemberî hev. Dive her kes li dijî tecrîdê derkeve. Em ê tecrîdê ji her kesî re bêjin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û rengên cuda dikin ku li diîjî tecridê dengê xwe bilind bikin. Em dîsa bang li muxalefeta sereke CHP’ê dikin. CHP li dijî pêvajoya Îmraliyê nikare wekî ku tiştek nebûbe tevbigere. Divê CHP tecrîdê bike rojeva xwe û dengê xwe bilind bike. 3 sal in bi tu awayî agahi ji Brêz Ocalan nayê. Divê CHP û her kes li dijî Faşizmê dengê xwe bilind bike. Divê tecrîdê têxe rojeva xwe.”

‘EM ÇALAKIYA DAYÎKÊN ŞEMIYÊ SILAV DIKIN’

Bûldan Dayikên Şemiyê ku li Qada  Galatasarayê çalakiyên wan hatin qedexekirin jî silav kir û wiha got: “25 sal in em bi hevre li windayan geriyan. Dayikên Şemiyê hafizaya civakî ya vî welatî ye. Nêzîkatiya li dijî Dayikên Şemiyê, nêzîkatiya li dijî demokrasî, heq û edaletê ye. Nêzîkatiya rûmeta mirovahiyê ye. Di rapora Komîsyona Lêgerîna mafên Mirovan a Meclîsê de jî diyar dike ku AKP  sûcên derbarê windakirinê qebûl kiriye û bi xizmên windayan re hevdîtin kiriye. Soza dîtina windayan daye malbatan. Lê niha AKP hem dest ji soza xwe berdaye û hem jî destûr nadin ku Dayikên Şemiye çalakiyên xwe pêk bîne. Tu wîcdan vê yekê qebûl nake. Îktîdara ku helwestek wisa nîşanî Dayikên Şemiyê dide em dibînin ku milê xwe xistiye milê kê. Rêveberiya Qesrê bi taybetî milê xwe xistiye milê Çiller û Agar. Em dîsa dibêjin xwedî derketina çalakiya Dayikên Şemiyê xwedîderketina rûmet, mirovahî, wîcdan û aştiyê ye.”

Bûldan helwesta MHP’ê ya efûyê jî rexne kir û da zanîn ku dixwazin efûyê ji bo diz û kujerên edlî derxin û wiha bi dawi kir: “MHP dixwaze  bi hevkarê xwe AKP’ê mafya, qaçaxvanê mirovan û dizan efû bike. Bi vî şiklî dixwaze bêtir zextê liser civakê çêke. Li aliyeki vîna gel Leyla Guven  girtî ye, li aliyê din dixwazin diz û çeteyan efo bikin. Ev ê bêtir zerar bide aştiya civakê. Werin em efûyê ji bo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Tûncer Bakirhan, Bekîr Kaya, Gultan Kışanak û girtiyên din ên siyasî nîqaş bikin.

‘TIRKIYE DIKEVE KU DERÊ, ARAMIYA WÊ DERÊ XERA DIBE’

Bûldan, heri dawî bal kişand ser rewşa Efrînê jî û destnîşan kir ku piştî Tirkiye hêza xwe ya çekdarî xist Efrînê aramiya civakê xera bû û her roj mirov tên revandin. Bûldan wiha bi dawi kir: “Feraseta ku ji bilî xwe her kesî wekî terorist dibîne YE’ê bi rexistin dike. Bê şerm  di civina NY’e de dibêje ‘Divê hemû çekên ku dibin sedema kuştina mirovan divê bên qedexekirin’ Li aliyê din çekên S-400 ji Rûsya dikire. Hemû butçeyê ji bo çekan xerç dike. Li aliyekî li dijî çekan derdikeve, Lê li aliyê din çekên giran dikire. Dîsa gefan li Rojhilatê Firate dixwe. Em disa dibêjin hemû cihê ku Tirkiye mudaxale neke herêmên bi ewle ne. Lê kengî Tirkiye mudaxale kir ew ewlehiya wê herêmê xera dibe. Berê li Efrînê aramî hebû. Lê pişti Tirkiye ket Efrînê aramî xera bû. Her der bû qada şer. Sedema vê yekê Enqere ya piştgiriyê dide çeteyan e. “