STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê li dibistanek Navçeya Bakirkoya Stenbolê dengê xwe da û got: “Ez ê ji vir biçim Amedê. Ji Amedê temaşekirina çûyîna qeyûman wê bêtir zewqek mezin bide min.” Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan dengê xwe li dibistanek li Semta Florya ya Navçeya Bakirkoya Stenbolê bikar anî. Buldan li gel Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş, Endama Meclîsa Hatîce Odemîş, Hevseroka Rêxistina HDP’a Stenbolê Esengul Demîr çû dengê xwe bikar anî. Buldan di terenceyên dibistanê de li qay Serokşaredarê berê yê Stenbolê Kadîr Topbaş hat. Buldan û Topbaş silavê dan hev û ji hev re gotin ‘Serxêrê be.” ‘LI AMEDÊ TEMAŞEKIRINA ÇÛYÎNA QEYÛMAN XWEŞ E’ Piştî Buldan dengê xwe bikar anî daxuyaniyek kurt da çapemeniyê. Buldan wiha got: “Me pêvajoyek xebatek hûr û kûr qedand. Di esasê xwe de me her tiştî kir. Ji bo siberoja Tirkiyeyê me gellek tiştan got. Lê tu televîzyonekê xebatên me neşopandin û dernexistin. Astengkiyên li pêşiya me gellek bûn. Li gel vê jî em gellek xebitîn. Her roj li mitîngekê li dijî me gef hatin xwarin û îftira li me hatin kirin. Me îro wezîfeya xwe pêk anî. Ez bawerim wê îro gelên me jî li ser sindoqan wezîfeya xwe pêk bîne. Piştî dengdayînê ez ê biçim Amedê. Ji Amedê temaşekirina çûyîna qeyûman wê bêtir zewqek mezin bide min.” Buldan piştî dengdayînê ji dibistanê veqetiya. Li aliyê din jî li tevahiya navçeyên Stenbolê bi milyonan hilbijêr diçin ser sindoqan û dengên xwe bikar tînin. Parve bike:
Buldan: Li Amedê temaşekirina çûyîna qeyûman xweş e
