Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan tevlî civîna partiya xwe ya rêxistina Arnavûtkoy a Stenbolê bû.

Bûldan 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê nirxand û got, “Ked û berdêla ku hevrêyên min ên jin di nava vê têkoşînê de dane gelekî watedar e. Tundiya li jinê polîtîk e. Zîhniyeta mêr hewl da têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê têk bibe, lê jinan ti carî dest ji têkoşîna azadî û wekheviyê bernedan.”

Bûldan diyar kir, jin timî li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtin û işaret bi Leyla Guven a ku li Girtîgeha Amedê ketiye greva birçîbûnê kir: “Leyla Guven 18 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi grevê kir.”

‘OCALAN JI BO GELÊ KURD XETA SOR E’

Hevseroka HDP’ê got, li Îmraliyê tecrîd di nava tecrîdê de heye û wiha dewam kir: “Nêzî 3 sal û nîv in nikare parêzer, malbat û heyetên siyasî bibîne. Mafê wî yê nivîsandina nameyan, axaftina bi telefonê tê astengkirin û têkiliya wî ya bi derve re hatiye birîn. Çawa ku rol û mîsyona Birêz Ocalan a di pêvajoya aştî û têkoşînê de ji bo paşeroja vî welatî girîng bû, yên ku niha tecrîdê ferz dikin baş pAê zanin ku Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd ‘xeta sor e’.

Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ne ya qebûlkirinê ye ku destûr neyê dayin mirovek xizmên xwe bibîne û dengê wî li girtîgehê asê bê hiştin. Ji bo paşeroja vî welatî, ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, em careke din dixwazin bêjin ku divê tecrîdkirina Birêz Ocalan biqede. Bi vê wesîleyê em Leyla Guven silav dikin û bejna xwe li ber çalakiya wê bi rêzdarî ditewînin.”