Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye, ji ANF’ê re nirxand.
KES NETIRSIYA YE, TÊKOŞÎN DEWAM DIKE
Bûldan diyar kir, bi biryara hiqûqî ya DMME’yê re careke din ispat bûye ku Demîrtaş dîlekî siyasî ye û got, DMME’yê naveroka siyasî ya vê bê hiqûqiyê dîtiye û ev yek raxistiye pêş çavan.
Bûldan bi bîr xist, ev bê hiqûqî tiştekî nû nîne û anî ziman, bi operasyonên salan ên dîlgirtinê re hatiye xwestin ku siyaseta demokratîk bê tasfiyekirin. Bûldan ragihand, parlamenterên HDP’ê di çarçoveya vê konseptê de du sal in li girtîgehê dîl girtî ne û diyar kir, desthilatdariya AKP’ê bi vê rêbazê xwestiye hem HDP’ê, hem gelê Kurd hem jî mûxalefetê bitirsîne, bi tepisîne, lê bi ser neketiye. Bûldan got, li girtîgehan an jî li derve kesî dest ji têkoşînê bernedaye û rêbazeke nû ya têkoşînê li dijî tasfiyeya demokratîk afirandine.
HIQÛQ TÊ BINPÊKIRIN
Bûldan işaret bi daxuyaniyên rayedarên serdest ên li dijî biryara DMME’yê kir ku dibêjin, ‘biryara DMME’yê wan eleqedar nake’ û diyar kir, daxuyaniyên bi vî rengî nêrîna li dadgeriyê nîşan dide. Bûldan got, “Daxuyaniyên li ser biryarê hatin dayin, raxistin pêş çavan bê hiqûq, dadgerî çawa hatine binpêkirin. Feraseteke welê niha li Tirkiyeyê serdest e, ku dema ji bo wan be biryara DMME’yê nas dikin, lê gava ji bo me be, nas nake.”
Bûldan da xuyakirin ku wê îro Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe li hev biciviînin û li gorî biryara DMME’yê ji bo berdana Demîrtaş û parlamenterên din ên girtî, ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nexşerêyeke çalakiyan amade bikin.
TECRÎD LI DIJÎ GELÊN TIRKIYEYÊ YE
Bûldan di dewama axaftina xwe de piştgirî da Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 20 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Bûldan diyar kir, çalakiya Guven mafdar û rewa ye, lewma divê her kes xwedî lê derkeve.
Bûldan diyar kir, Leyla Guven bi greva birçîbûnê re hewl dide balê bikişîne ser rastiyekê û got, “Sê sal in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Tecrîd di nava tecrîdê de dewam dike. Ev yek divê ne tenê meseleya Birêz Leyla Guven be, divê meseleya tevahiya raya giştî û Tirkiyeyê be. Ji ber ku tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan e, di şexsê wî de gelên Tirkiyeyê, nasnameyên cuda yên Tirkiyeyê, paşeroja Tirkiyeyê hatiye tecrîdkirin. Lewma divê daxwaza Leyla Guven teqez bê dîtin û tecrîdkirina Birêz Ocalan derhal biqede.”