ÎDIR – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku ew ê di hilbijartinê de zêdettirîn şaredariyan bi dest bixin û got: “Encamên hilbijartinê wê ji bo AKP’ê bibe hsuran. Ji ber vê yekê divê her kes biçe deng dayînê û xwedî li sindoqan derkeve.” Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di 1’ê Adarê de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê dest bi geşta xwe ya hilbijartinê kir û îro dê bi mitînga fînalê ya Herêma Serhedê dawî li kampanya hilbijartinê bîne. Buldan û heyeta pê re her cihê ku çûnê di nava astengî û tedbîrên polîsan de mitîng û hevdîtinên xwe yên bi gel re li dar xistin. Buldan der barê vê pêvajo ango kampanya hilbijartinê ya li pey xwe dihêlin ji ajansa me re axivî.  ‘CIHEK EM NEÇÛNÊ ME BERNEDA’  Buldan da zanîn ku wan di kampanya xwe ya hilbijartinê cihek ku neçûbinê bernedan û got: “Em li her deverê çûn cem gel û me xebat birêve bir. Bi rastî jî gel eleqeyek mezin nîşan dide. Kêfxweşî û kelecanek hebû. Ev demek dirêj e însanên dernediketin kolanan, di mitîngan de derketin û hêrsa xwe anîn ziman. Bi taybetî li cihên ku qeyûm li şaredariyên me hatine tayînkirin, însan wek meseleya namûs û şerefe li hilbijartinê dinêhire. Însanan wiha ji me re digot ‘Çi dibe bila bibe em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin.’ Çimkî îradeya miletê hatiye desteserkirin.”  ‘WÊ FAŞÎZM TÊK BIÇE Û DEMOKRASIYA GEL BI SER BIKEVE’  Buldan anî ziman ku wan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê taktîkek û stratejiyek bi bandor pêk anîne û got: “Me dikaribû li wan bajaran namzet bidin nîşandan. Lê me nexwest em bidin nîşandan. Me tiştek wisa xwest bikin ku ji bilî bidestxistina şaredariyên me qeyûm birêve dibin, li rojavayê Tirkiyeyê jî serkeftinê û destkeftiyan bi dest bixin. Armanca me ew e ku em rejîma AKP-MHP têk bibin, faşîzmê hilweşînin û namzetên hêza demokrasiyê bi ser bikevin. Em ê şaredariyên xwe zêdetir bikin û destkeftiyên xwe berfirehtir bikin. Wê 31’ê Adarê bibe roja têkçûyîna AKP’ê.”  ‘EM DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVA TECRÎDÊ BIDIN’  Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê û got: “Tenê ne birêz Ocalan tê tecrîdkirin, pê re 3 girtiyên din jî tên tecrîdkirin. Ev însan jî nikarin bi malbat û parêzerên xe re hevdîtin bikin. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes mil bide milê HDP’ê. Ji bo vê yekê bersiva herî bi bandor û baş ku em bidin bidin îktîdarê wê di sindoqên 31’ê Adarê derkeve holê. Divê di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê bên jiyîn.”  ‘GEFÊN WAN NÎŞANEYA TÊKÇÛYÎNA WAN E’  Buldan destnîşan kir ku ji daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKP-MHP’ê jî tê fêmkirin ku winda kirine û got: “Hêrs, derew, heqaret û îftirayên wan ku ewqas bilind bûn di esasê xwe de nîşaneya windakirina wan e. Em ji daxuyanî yanî ji deve Erdogan fêm dikin ku ketine tengasiyê. Çawa dest bi xebata xwe ya hilbijartinê kirin ji zimanê Erdogan ê hişk her tişt xwe da nîşandan.”  ‘MEDYA FERMANÊ JI ERDOGAN DIGIRE’  Buldan bal kişand ser sansûra medyaya tirk ku hema bêje cih nedan xebatên HDP’ê û got: “Li Tirkiyeyê medya bi temamî ketiye bin kontrola îktîdarê û bi fermana Erdogan dixebitin. Talîmat adne wan û gotine ‘Divê hûn cih nedin tu xebatên HDP’ê û mitîngên wan.’ Bi deve îktîdarê ambargo danîne ser me. Lê êdî em vê yekê ji însanan dibîhîzin. Dibêjin ‘Dema Erdogan di televizyonan de derdikeve, em televîzyonên xwe digirin.’ Însan êdî nxwazin dengê wî bibîhîzin.”  BULDAN BANG LI BÊBIRYARAN KIR  Buldan bang li hilbijêrên hêj biryara xwe nedane jî kir û got: “Girseya bêbiryar belkî jî herî zêde ew bandorê li ser hilbijartinê bikin û encama hilbijartinê biguherînin. Divê hilbijêrên bêbiryar îktîdara 17 salan a AKP’ê baş analîz bikin û lê binêhirin ka Tirkiyeyê anîne çi halî. Bila ji bo ronîbûna siberoja Tirkiyeyê biçin dengê xwe bikar bînin. Pêdivî bi dengên wan heye. Em bi bawerin wê hilbijêrên bêbiryar teqez biçin deng dayînê. Pêdivî bi vê heye. Bila tu kes nebêje ‘bi dengek min tiştek naguhere’ û wisa nefikirin. Divê hûn dizanibin ku dengek we çiqas bi qîmet e. Divê li ser vê qîmetê tevger bikin.”  ‘ROJA GUHERTINÊ YE’  Buldan bal kişand ser piştî hilbijartinê û got: “Wê serê sibeha 1’ê Nîsanê bibe Tirkiyeyek baş. Em bi dil û can ji vê yekê bawerin. Em di 1’ê Nîsanê de bi Tirkiyeyek xweşik şiyar bibin. Wê 31’ê Adarê bibe roja guhertin û veguherînê.”  BANGA DENDAYÎNÊ Û PARASTINÊ  Buldan banga çûyîna deng dayînê li gel kir û got: “Divê roja 31’ê Adarê her kes biçe deng dayînê û xwedî li sindoqên xwe derkeve. Dibe ku leyîstik pêk werin. Divê qet musadeyî vê yekê neyê kirin. Lazim e sindoq bên parastin. Divê herî zêde jin û ciwan sindoqan biparêz in.”  MA / Zuhal Atlan Parve bike: