Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêber Apo ku 38 meh in tu agahî jê nayê wergirtin, li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT serlêdaneke nû kir.
Di serlêdanê de derbarê Rêber Apo, û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de, cih dan agahiyên dawî yên di navbera 1’ê sibatê û 30’yê Nîsana 2024’an.
Hat gotin ku di navbera 1’ê sibatê û 30’yê nîsanê de, 25 jê yên parêzeran û 12 jî yên malbatan, bi giştî 37 car ji bo hevdîtinê serlêdan kirine.
Lê temamê van serlêdanan bêbersiv hatine hiştin.
Di vê pêvajoyê de tu name negihiştine ber destê parêzeran, aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin jî nayê zanîn.
Her wiha di mijara mafê hevdîtina bi riya telefonê de jî tu pêşketin çênebûne.
Di dewama serlêdanê de tê bibîr xistin ku serlêdanên malbat û parêzeran ji 14’ê îlona 2018’an ve, 22 caran bi hinceta “cezayên disiplînê” hatiye astengkirin.
Berî “cezayê disiplînê” yê 12’ê çileya 2024’an bi dawî bibe, derket holê ku 28’ê adarê careke din “cezayê disiplînê” yê 3 mehan hatiye birîn.
Her wiha tê bibîr xistin ku Veysî Aktaş 28’ê Nîsanê cezayê 30 salan lê hatiye birîn temam kiriye.
Lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê berdana wî ji bo salekê taloq kir.
Parêzeran herî dawî ev daxwazên xwe rêz kirin:
Ji bo birêz Veysî Aktaş tavilê were berdan, divê bikevin nava hewldanan.
Tespît û çavdêriyên giştî yên di serdana dawî ya 22’yê Îlona 2022’yan tavilê bi raya giştî re par vekin.
Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana dawî ya 22’yê îlona 2022’yan heta niha ne diyar e.
Divê demek beriya demekê Girtîgeha Îmraliyê bê ziyaretkirin.
Şert û mercên ragirtinê divê li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin.
Divê qedexeyên sîstematîk ên derqanûnî bên bidawîkirin.
Ji bo pêşîlêgirtina îşkence, miameleya dermirovî û xerab û jiholêrakirina rewşa “incommunicado”yê, divê tevdîrên pêwîst bên girtin.