Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a Hevseroka Giştî ya KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Guven bi îradeya gelê Colemêrgê hatiye hilbijartin û siyasetmedareke girîng e ku ji bo demokrasî û aştiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê têdikoşe.
Buroyê diyar kir, Guven, şert û mercên heyî yên welêt bi zelalî nirxandiye û tespît kiriye ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewama rejîma totalîter a zordar e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji aliyekî ve işaret bi pirsgirêkê kir, li aliyê din çareseriyê nîşan dide. Mîna ku Leyla Guven dibAêje, tecrîdkirina Birêz Ocalan ne polîtîkaya girtîgehê ya li dijî şexsekî ye, lê sîstema tecrîdê ye ku li dijî hemû mûxalîfên demokratîk ên li welêt e. Heta ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê neyê rakirin, demokratîkbûna Tirkiyeyê nepêkan e.”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da xuyakirin, Leyla Guven bi erk û berpirsyariya xwe ya ji bo gel û nirxên xwe, dest bi protestokirina tecrîda li Îmraliyê kiriye û ev bang kir: “Bicihanîna mafên însanî yên bingehîn ên hatine desteserkirin, daxwaza herî rewa ye. Pêkanîna vê yekê mecbûriyeta hiqûqî ye. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku di vê mijarê de hesas be û ji rayedaran jî dixwazin, tavilê dawî li vê ne hiqûqiyê bînin.”