Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: “Ji bo malbata Birêz Abdullah Ocalan mafê xwe yê telefonê bikar bîne ji bo dozgeriyê hatiye vexwendin. Hevdîtin hate qutkirin.”
Daxuyanıya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye: “Malbatên muwkîlê me Birêz Abdullah Ocalan, Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Ataş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin ji bo dozgeriyê hatine vexwendin. Hevdîtina ku birayê Ocalan pêk anî, piştî demek pir kin qût bû, hevdîtin nehatiye domandin. Dîsa hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî pir kin dom kiriye, lê Birêz Omer Hayrî Konar û Veysî Ataş li dijî mercên tecrîdê nehatin hevdîtinê û ev yek protesto kirin ji bo vê hevdîtina li gel wan pêk nehatiye.”
Weke tê zanîn ji 27’ê Nîsanê 2020’ê ve ti agahiyek ji Birêz Ocalan me negirtibû. Di hevdîtina dawî de ku weke parêzer me pêk anîbû 7’ê Tebaxa 2019’an bû. Pitşî 14’ê Adara 2021’ê û şûnde ku li ser tevnên dijîtal têkildarî jiyana Birêz Ocalan îdîayên cidî derketin holê û şûnde, ji bo piştrastkirina mijarê, daxwazên hevdîtinê yên rû bi rû ku qanûnî ne me tim kir. Lê ti bersivek erênî ji bo vê nehatin kirin.
Îro ji bo di derbarê rewaş tenduristî ya Birê Ocalan de dîsa nebûn xwedî agahiyên baş. Serlêdanên me yên hevdîtinê ku li Girtîgeha Îmralî ji bo bi Birêz Ocalan re pê bên wê dom bikin. Bi qasî ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re hate kirin, hate gotin ku bicihnehatina vê daxwazê nayê qebûlkirin, diyar kiriye ku ev yek li dijî hiqûqê ye, piştre jî hevdîtin qût bûye. Ev vê mijarê ji raya giştî re radigihînin, rayedaran vedixwînin berpirsyaî û li gorî hiqûqê tevger bikin.”