Îro 27`ê Cotmeha 2018`an li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo 118 xwendekaran Beşa Wêjeya Kurdî, Fakulteya Zanistên Perwerdeyê bi beşên wê yên dîrok, erdnîgarî, mamostetî, zanista ekolojiyê, fizîk, kîmya û bîrkarî bi şahiyekê bi dawî kirin.
Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo 7`ê Tîrmeha 2016`an deriyê xwe li pêşiya xwendekaran vekir. Zanîngeha Rojava ji zanîngehên destpêkê li ser asta Bakurê Sûriyeyê ye. Armanca wê ku nifşekî zanistî ji bo pêşketina herêmê di hemû aliyan de ava bike.
Şahî li Salona Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Bi sedan xwendekarên zanîngehê, şêniyên bajarê Qamişlo, rewşenbîr, nîviskarên herêma Cizîrê, hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdullkerîm Sarûxan, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo, hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Mihemd Salih Ebdo û rêveberên Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê, beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de Mihemd Salih bi navê Desteya Perwerdeyê û Zanîngeha Rojava axivî û destnîşan kir ku ev koma yekemîn a xwendekarên zanîngehê ku xwendina xwe bi dawî dikin, ev yek li xwendekaran pîroz kir û got xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadehiyê li hêviyê ne ku ew wan perwerde bikin û ji zanabûna wan sûdê wergirin.
Kêliyên dîrokî
Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif destnîşan kir ku gelê herêmê ji bo van kêliyên dîrokî gelek têkoşîn kir.
Foza Yûsif di axaftina xwe de diyar kir ku îro dîrokeke nû tê nivîsandin û wiha pê de çû: “Ji beriya bi sedan salan ve ku me nikaribû bi zimanê xwe bixwînin û em ji vê yekê mehrûm bûn. Sîstemên desthilatdar û dîktator dixwest nasnameya me tune bikin. Em neçar diman ku di dibistanên rêjîmê yên ku ziman û nasnameya me qedexe dikir de, bixwînin. Lê niha derfet li ber me ye ku em bi zimanê xwe fêr bibin û dîroka xwe nas bikin.”
Di dawiyê de rêveberiya Zanîngeha Rojava bawername li xwendekaran belav kirin.
ANHA