Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ên li bajarê Hollanda Deng Hagê Hasbi Çakici û Huseyîn Yildiz gotin; “Em ê heta dawiyê liberxwe bidin û em ê serbikevin.”
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorvegera a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kurdistanî Hasbi Çakici û Huseyîn Yildiz a li bajarê Hollanda Deng Hagê di didome. Çakiçi û Yildiz bi peyameke bi dîmen qala berxwedanê kirin. Çakici 13 û Yildiz jî 14 roj e di grevê de ye.
Çakici got; “Ev pêvajoya çalakiya grevên birçîbûnê weke berxwedana zindana Amedê ya piştî derbeya 1980’î ye. Di şexsê Rêbertiya me de tecrîd li ser gelê me tê kirin û derketina çalakiyê jî ji bo azadiyê ye.”
Çakici got armanca wan bidawî kirina tecrîd û azadkirina Ocalan e û wiha domadn; “Divê gelê me vê pêvajoyê baş binirxîne û vegerîne aliyê xwe. Em ê weke rêhevalên xwe heta dawiyê liberxwe bidin. Em ê serbikevin, em ê serbikevin.”