Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya diyar kir, Kurd di pêvajoyeke girîng de ne, êrîşên mezin ên îmhayê zêde bûne û got, “Dibe ku şev reş bûye, lê hindik maye roj li me hilê.”

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 17’ê Kanûnê ve bi rengekî bêdawî û bêdorveger greva birçîbûnê heye. Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê siyasetmedar Mûstafa Sarikaya ye. Sarikaya diyar kir, çalakiya wan bi biryardarî didome.

‘HEM SERKETIN, HEM JÎ RÎSKÊN MEZIN LI BER DERÎ NE’

Sarikaya diyar kir, ku Rojhilata Navîn bûye qada şerekî mezin û got, “Kurd hem dikarin bi ser bikevin û hem jî rîskên mezin li ber wan e. Helbet rehê azadiyê ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê derxistiye holê dixwaze vê pêvajoyê bibe serî. Dixwaze bi fînaleke wiha bibe serî ku Rêbertî azad bibe û Kurdistan bibe xwedî statu.”

Sarikaya got, ji bo Kurd nebin xwedî statu dijmin bi rengekî giran êrîş dike û diyar kir, Kurd bi azadiya Rêbertiya xwe dixwazin bigihêjin armanca xwe.

‘AZADIYA RÊBER APO Û STATUYA KURDISTANÊ DI NAV HEV DE NE’

Sarikaya ragihand, greva birçîbûnê parçeyek ji vê dirûşmê ye û bi bîr xist, di rewşeke wiha de ku êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne grevên birçîbûnê pêk hatine. 

Sarikaya got, tecrîd hatiye girankirin, li ser jiyan û tenduristiya Ocalan ti agahî nayê girtin û wiha dewam kir: “Ev jî rê li ber fikaran vedike. Bi me hemûyan re ev heye. Ji ber ku azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê bi hev re ne. Ev jî Îmraliyê dike navenda êrîşan.”

Sarikaya anî ziman, ku tespîta ‘azadiya Ocalan azadiya gel e’, tespîteke rast e û got, “Bi temamî hilweşandina dîwarên Îmraliyê, rakirian dîwarên tecrîdê bûye rawestgeheke girîng a têkoşînê. Ev bûye têkoşîneke girîng.”

‘PÛÇKIRINA ÊRÎŞAN TÊRÊ NAKE, DIVÊ WERIN ŞIKANDIN’

Sarikaya bi bîr xist, di serî de li girtîgehan Kurd li her qadê bi xurtî li ber xwe didin û got, divê her kes tevlî vê berxwedanê bibe. Sarikaya bi dewamî got, “Ez nabêjim divê êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û faşîst werin pûçkirin, ez dibêjim, divê ev werin şikandin û nema bi kêrî tiştekî werin.”

‘HINDIK MAYE ROJ LI ME HILÊ’

Sarikaya anî ziman, pêvajo û têkoşîn rastiyek derxistiye holê û wiha bi mijarê daket: “Bi gotineke din, em di ‘şerê dawî’ de ne. Ji ber vê jî pir dijwar e . Tirs û metirsî zêde ne. Lewma aliyekî wiha jî xuya dike: Eger ev pêla êrîşê bê şikandin, serketin teqez e. Em di demeke wiha de ne. Ango gotineke klasîk, ’em di dema berbangê de ne’. Belê tarî zêde giran bûbe lê hindik maye roj hilê.”

Sarikaya diyar kir, serketin ji bo Kurdan pir nêz bûye.

‘DIVÊ HER DEVER BIBE CIHÊ BERXWEDANÊ’

Sarikaya da xuyakirin, di vê pêvajoyê de ku êrîşên îmhayê hene tişta ku gel divê bike tenê berxwedan e û diyar kir, zarokên gel ên fedekar ‘bê dudilî’ li ber xwe didin. Sarikaya got, “Çi dimîne? Li gundan, li bajaran, li her derê divê berxwedan hebe. Ji bo vê jî her kuçe, her qad divê bibe qada berxwedanê.”

‘BAKUR DIKARE GIRÊKÊ VEKE’

Sarikaya anî ziman, li gorî nêrîn û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di azadkirina tevahiya Kurdan de rola Bakurê Kurdistanê diyarker e û got, “Ji ber vê jî eger wê girêk vebe, Bakur wê girêkê veke.”

Sarikaya herî dawî got, di serî de ciwan û jin, beşên din ên civakê li her qadê bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin.