Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana grevên birçîbûnê ji bo 2 rojan ketin greva birçîbûnê, 25’ê Nîsanê bi rengekî girseyî meşiyan.

Meş bi wesîleya salvegera rizgariya Îtalyayê ji faşîzmê, pêk hat û nêzî 10 hezar kes tevlî bûn.

Di meşê de ji bo Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 170 roj in di greva birçîbûnê de ye peyam hatin dayin.

Bi navê Komîteya Kurd a Toscanayê Erdal Karabey axivî û got, “Çawa ku em îro rizgariya Îtalyayê ji faşîzmê pîroz dikin, îro Kurd jî li dijî mezintirîn komên faşîst şer dikin. Nûnerê îro yê faşîzmê AKP û Erdogan in. Yê ku herî zêde li dijî faşîzma Erdogan têdikoşe lîder Abdullah Ocalan e. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome.”

Piştre belavoka ji aliyê Komîteya Kurd ve hatibû amadekirin hate xwendin û çalakî bi meş, mîtîng û stranan bi dawî bû.

LUCCA

Li bajarê Lucca yê Îtalyayê jî, navê Sakîne Cansiz ku yek ji damezrînerên PKK’ê bû û 9’ê Çileyê li paytexta Fransa Parîsê hate qetilkirin û şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ê li Rojava di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, li kolanan hate kirin.