Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne, serdana partiyên siyasî yên li parlamentê kirin û ji wan xwestin ku li dijî tecrîdê helwestê nîşan bidin.

Kurdistaniyên ku li Stockholmê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, belavokan belav dikin û raya giştî agahdar dikin. Herî dawî serdana partiyên siyasî yên li parlamentê kirin û ji wan xwestin ku li dijî tecrîdê helwestê nîşan bidin.

Heyetek ji çalakgerên greva birçîbûnê doh serdana Berdevkê Polîtîka Derve û Parlamenterê Partiya Çep Håkan Svennelig kir.

‘DIVÊ BIKEVIN NAVA HEWLDANAN’

Çalakgeran li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê agahiyên berfireh da Svennelig. Di hevdîtinê de hate ragihandin, rewşa tenduristiyê ya hin çalakgerên greva birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê krîtîk e û ji hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku pêşî li mirina mirovan bigirin û bikevin nava hewldanan.

Svennelig bi bîr xist ku Partiya Çep beriya niha mijar xistiye rojevê û got, “Divê Yekîtiya Ewropa zexteke mezin li Tirkiyeyê bike. Di hilbijartinên xwecihî de gel bersiv da rêveberiya otorîte a Erdogan… Divê Erdogan fêhm bike ku rêveberiya xwe ya otorîter nema dikare demeke dirêj bidomîne.”

Svennelig diyar kir, Partiya Çep wê mijara tecrîdê û grevên birçîbûnê careke din bixe rojeva Parlamenta Swêdê.

Çalakgerên greva birçîbûnê li ber parlamentê, li stasyona metroyê û meydana Sergel Torgê belavokan belav dikin, raya giştî li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê agahdar dikin.

‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ TÊKOŞÎN BIDOME’

Çalakgeran agahî dan ANF’ê û diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Ji çalakgeran Tarik Mêrdînî diyar kir, Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyeke pîroz dikin. Tarik Mêrdînî got, divê mirovên piştgiriyê didin gelê Kurd li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin.

Cahîde Kalaba jî anî ziman, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê grevên birçîbûnê bidomin û banga xwedîderketina çalakiyê li gelê Kurd kir.