Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya “Azadî ji Ocalan re” Kurdên ji Normandiyayê ne. Çalakgeran diyar kirin ku wê li ber biryara nehiqûqî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rabin.
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, 328 hefte ne bi rengekî bê navber dewam dike.
Nobedarên hefteya bihurî jinê ji Îngilîstanê bûn. Kurdistaniyên bi navê Delîl Ateş, Haci Bayram, Ersîn Tektaş û Ridvan Ferqîn ên ji herêma Normandiya ya Fransayê hatin, nobed dewr girtin. Çalakgeran nerazîbûneke tund nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Ocalan a ji ber şîdeta fîzîkî ya sala 2008’an a li zindana Îmraliyê bi bahaneya ‘kêmaniya delîlan’ red kiribû.
Çalakgeran diyar kirin ku ev biryar binpêkirina xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û got, divê were eşkerekirin bê astengkirina mafên Rêberê Gelê Kurd ê tecrîdkirî di kîjan hiqûqê de heye.
Çalakgeran dan xuyakirin, di demekê de ku faşîzma AKP-MHP’ê her roj gefên nû li Ewropayê dixwe, têkiliyên aboriyê derketine pêş û bal kişandin ser rola welatên Ewropayê ya di şerê Kurd-Tirkan de.
Di daxuyaniya çalakgeran de hate ragihandin ku welatên Ewropayê hemû nirx û hiqûqê li gorî têkiliyên xwe yên bazirganiyê dinirxînin û hate gotin, “Serdana Erdogan a li Elmanyayê jî nîşan dide ku mirovahî hatiye binpêkirin. Vê serdanê bi rengekî vekirî raxistiye pêş çavan ku Ewropa ji bo bazirganiyê bi Tirkiyeyê re bike rûmeta mirovahiyê binpê kiriye. Ewropayê hiqûqa xwe binpê kiriye.”