AMED – Cuneyt Aslan ê li Girtîgeha tîpa D a Amedê 97 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bal kişad ser çalakiya Zulkuf Gunay û wiha got: “Çalakiya Zulkuf Gezen ji bo me banga berxwedanê ye.” Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan berdewam dike. Yek ji girtiyên di grevê de Cuneyt Aslan e. Cuneyt Aslan li Girtîgeha Tîpa D Amedê di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi grevê kir û 97 rojin çalakiya xwe li girtîgehê berdewam dike Cuneyt Aslan, bi rêya telefonê ji malbatê re peyam şand û ji bo çalakiya Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê çalakî pêk anî banga li ber xwedanê kir. Aslan, destnîşan kir ku Newroz di têkoşina wan de cihekî girîng digire û wiha got: “Wateya Newrozê di têkoşîna me de pir girîng e. Em hevalê me û pêşengê têkoşîna me Zulkuf bi hurmetî bibîr tînin. Hevalê me Zulkuf bi çalakiya xwe ya fedaî pêvajoyek nû da destpêkirin. Berxwedan bêtir bi hêz kir. Em li hemberî berxwedana wî bi hurmetî bejna xwe ditewînin. Em soz didin em dê şopdarê têkoşîna wî bin. Hevalê me Zulkuf li gel hevalê pêre dimîne demek dirêj li ber xwe daye. Hemû hevalê ku Zulkuf nas kirin û li gel wî man, jê moral girtin û ji sekn û wêrekiya wî hêz girtin. Di jiyana me de bû kesayeiyek mînak. ‘BÛ RUHÊ NEWROZÊ’ Aslan, anî ziman ku berxwedana Gezen berxwedan nîşanî wan daye û wiha bi dawî kir: “Çalakiya Gezen rê li pêş berxwedanê vekir. Sekna Zulkuf bû ruhê Newroza Îsal. Em carek din hevalê xwe bibîr tînin. Em dê şopdarê tekoşîna wî bin. Bila serê gelê me sax be. Kurdan her dem ji bo azadiya xwe li ber xwe daye. Newroz bi hezaran salan li ser vê axê bûye ruhê berxwedanê. Ji bo Kurda bûye roja serhildan û berxwedanê. Gelê Kurd li ser vê axê her dem bi ruhê Newrozê li dijî zilmê li ber xwe dane. Tu carî dest ji rûmet û şerefa xwe bernedane. Her tim ji bo azadiya xwe li ber xwe dane.” Parve bike:
‘Çalakiya Gezen ji bo me banga berxwedanê ye’
