Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Rêber Apo re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd re çareserî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû.
Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê Nîsanê de li ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.
Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 170 ‘an de bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên bi telefonê, bi malbatan re û derketina dadgehan, didome.