Çalakiya greva birçîbûnê ya dorvegr ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseiya siyasî” dane destpêkirin, di roja 3’emîn de berdewam dike.
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên tirk ên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 27’ê Mijdarê dest pê kir.
Girtiyên ku piştgirî dan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ragihandin ku bi vê armancê 27’ê mijdarê dest bi çalakiyê dikin.
Girtiyan her wiha ragihandibû ku wê girtiyên nexweş û girtiyên ku 2 sal ji berdana wan re mane, nekevin vê çalakiyê…
Çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê ya bi dorveger wê heta 15’ê Sibatê bidome.
‘Heta gavên şênber neyên avêtin, wê çalakiya me bidome’
Yek ji girtiyên ketiye çalakiya greva birçîbûnê Yakup Akman ê li girtîgeha Marmara, li ser armanca çalakiyê bi malbata xwe re axivî.
Yakup Akman got:
“Gelê me yê welatparêz ê hêja, li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke ku mînaka wê li tu devera cîhanê nîne, tê ferzkirin. Ev rewş hem me hem jî gelê me dixe nava fikaran. Hînbûna tecrîdê zilm e. Emê ne hînî vê rewşê bibin ne jî qebûl bikin.
Heta ku gavên şênber tên avêtin jî dê ev çalakiya me bidome. Weke girtiyên siyasî em banga berxwedanê li gelê xwe jî dikin. Bijî berxwêdana zindanan.”