Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 25’ê Çileya 2021’ê ve, li Swisre bajarê Cinevê, li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî pêktê 3 sal in bê navber dewam dike.
Çalakiya rûniştinê jî, di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye”, her roja Çarşemê tê kirin û hewl tê dayin ku paradîgma Rêber Apo bi çalakiyên cuda, ji raya giştî ya cîhanê re were naskirin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşê bûn ku bi boneya salvegera 3’an a çalakiya rûniştinê ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî bûn.
Gel tevî barana zêde li ber avahiya Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kom bû û beriya meşê daxuyaniyek dan.
Li ser navê komîteya pêngavê, Hevseroka CDK-S, Selma Surer axivî û got; Em ê îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Çi dibe bila bibe divê em Rêbertiya xwe îsal azad bikin. Em ê vê pêngavê biserbixînin.
Meşvan li ber ofîsa neteweyên Yekbûyî rawestiya, li ser navê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E Mehmet Aslan axivî û greva girtiyan silav kir û got;
Em û hevalên xwe, li vir 3 sal in çalakiyê didomînin.
Divê em çalekiya li Cinevê pêşvetir bibin. Bang li dewletên cîhanê û bi taybetî li NY’ê dikin, statuya Kurdan û azadiya Rêber Apo, wê sudê bide tevahiya cîhanê.
Kurd mertala li dijî belabûna DAÎŞê ye. Divê NY, ji bo naskirina gelê kurd û statuya wan gavan biavêje.
Piştî axavtinê, makêta hucreya Îmraliyê anîn qadê û parçe kirin.
Piştre çalakvan li ber avahiya NY çalakiya xwe ya her Çarşemê kirin.