Çalakiya şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê ya li ser sînorê Girê Spî ya di roja 40`î de berdewam e. Çalakvanan di bin konê çalakiyê de teqez kirin ku ew di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi azadî û rûmet bijîn û dê li hember dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji 13 Kanûna sala borî ve gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê davêje, li ser vê bingehê Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê çalakî têne lidarxistin.
Çalakiya şêniyên Girê Spî gihîştiye di roja 40`î de ye. Îro hejimareke mezin ji şênî û endamên saziyên bajarokê El-Cirn gihîştin cihê çalakiyê.
Di çalakiyê de bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Silûkê (PYD) Ezîz Etiyan, bi navê Hêzên Parastina Civakî yê Kantona Girê Spî Ferhad Şukrî, bi navê Navenda Çand û Hunera El-Cirn Necme Elî û Hevseroka Meclîsa bajarokê El-Cirn Ilham Mihemed axivîn.
Axaftivanan çalakiyê şêniyên Girê Spî li hemberî gefên Tirkiyê silav kirin û destnîşan kirin ku gelê herêmên dagirkeran li ser herêmên xwe qebûl nakin. Her wiha hate gotin ku, çalakiya Girê Spî biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan de diyar dike.
Kesên axivîne banga hevgirtinê li hemberî gefên Tirkiyê kirin û gotin, berdêl çi be bila bibe ew ê destur nedin Tirkiyê ku herêmê dagir bikin.
Çalakî heya niha berdewam e.
(dh)
ANHA