Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şikandina tecrîdê, 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Fransayê Strasboûrgê çalakiya nobetê da destpêkirin.

Ji Swîsreyê Komuna Arjîn Garzan di hefteya 593’emîn de çalakiya nobetê dewr girt.

Di hefteya 592’emîn de koma ku ji bajarê Belçîkayê Lîege’yê hatibû, çalakiya nobetê dewr girtibû.

Halîse Tuzer, Naîle Gumuştaş, Saadet Doymaz û Fehîme Ozturk vê heftiyê nobetê wê bi rê ve bibin.

Ji çalakvanên nobetê Naîle Gumuştaş li ser navê koma nû axivî û ev peyam dan:

“Tecrîda li ser Rêber Apo, di heman demê de li dijî jinên Kurd û gelê Kurd jî tê meşandin.

Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û azadiya jinane. Hata ku rêberême azad bibe tekoşîna me jî bidome.”

Bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye” ji 25’ê Çileya 2021’an li ber ofîsa netewên Yekbûyî ya bajarê Swîsre Cenereyê çalakî destpê kir.

Kurdistanî her hefte roja çarşemê, li Qada Natîons kom dibin û azadiya Rêberê xwe dixwazin.

Di çalakiya vê heftiyê de çalakgeran bi mebesta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê, silav dan berxwedana gel.

Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê Riza Çetînkaya axivî û bal kişand ser berdêlên ji di oxira azadkirina Kobanê de hatine dayîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî, li ser tecrîdê axivî.

Mehmet Latîf Çelebî pêngava cîhanî bibîr xist û got; Bi vê pêngavê re em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin.

Çalakgeran piştî axaftinan çalakiya xwe rûniştî dewam kirin.