Çalakiya li Şengalê ya ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê di roja 27’an de ye.

Çalakiya ku xelkê Şengalê li dijî lihevkirina hikumeta Iraqê û PDK’ê ya li ser Şengalê, di roja 27’an de ye.

Xelkê Şengalê li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê kon vedaye û xwedî li asayîşa xwe derdikeve.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” dest pê kir, bi komên nû dewam dike.

Şêniyên Şengalê jî kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin.